Çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin

QSD'ê ragihand ku li Til Hemîsê çeteyekî DAÎŞ'ê girtine ku amadekariya êrîşê dikir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir ku DAÎŞ'ê amadekariya êrişa ′terorî′ dikir hate girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Komên operasyînên leşkerî yên girêdayî hêzên me duh bi operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Til Hemîsê endamê terorîst ê rêxistinê girt. Yekîneyên me cihê terorîst dorpêç kir û ew girt. Li gorî agahiyên li gel hêzên me, wî terorî amadekariya pêkanîna êrişeke terorane dikir. Hêzên me li gel wî mîqdareke teqemenî, çek û cebilxane girtin.

Ew terorîst li bajarokê Til Hemîs û gundewarên wê çalak bû, beşdarî gelek êrişên terorane yên li dijî hêzên me, saziyên sivîl û xizmetguzariyê bû.

Ji bo parastina ewlehî, îstîqrara herêmên me û ewlehiya xelkê me ew bi ser endamên rêxistinên terorê de bigirin û kaniyên wan ziwa bikin."