Çeteyan li Efrînê kesek kal revandin û êşkence lê kirin

Çeteyên Ehrar El Şam a girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Kurzêlê ya Şêrewayê kalemêrek revandin û êşkence lê kirin.

Hinek ji şêniyên Efrînê ku bi sozên derew ên Meclîsa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tên xapandin û vedigerin Efrînê. Lê kesên vedigerin tên revandin.

Çeteyên Ehrar El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker kalemêrekî bi navê Mihemed El-Xêr Hesen Hemo yê ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê, dema gihaşt gund, yekser revand.

Çavkaniyan da zanîn ku Hemo ji 20 rojan ve şûnde gihiştiye gund û yekser ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve hatiye revandin û êşkence lê kiriye.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku Hemo nexweşiya dil pê re heye û piştî ku ji ber êşkenceyê rewşa tenduristiya wî xirab bû, çeteyan ew berda.