Çeteyan bombe li Helebê barand: 3 sivîl mirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker taxên Helebê bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 sivîl mirin.

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker, piştî ku rejîma Sûriye bombe li Îdlibê barand bi topan taxên Helebê bombebaran kirin. Di bombebarana li dijî taxa Sebîl, Çerxerêya Şîhan û kolanên Nîl, Xalîdiye û Tişînê de 3 sivîl mirin.

Diyar bû yek ji kesên mirî xwendekarê Zanîngeha El Îtîhad Merwan Xilo (26) yê ji Kobanê ye.

Hêzên rejîma Sûriyeyê jî nuqteyên çeteyan ên li Herêma Sanayî ya Bileremûnê û Dahrêt Ebîd, herêma El-Qebir û bajarokê Kefer Hemra kirin hedef.