Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Çavkaniyên xwecihî: 5 sivîl li Efrînê hatin kuştin

Hate ragihandin, 5 sivîlên ji eşîra Bûbanê ku jin û zarokeke wê jî di nav de heye, hatine kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê OSO, doh bi şev saet 02:00 li Efrînê 5 sivîlên ji eşîra Bûbanê kuştin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di nava kuştiyan de jinek û zaroka wê jî hene. Endamên eşîrê ji destpêkê ve ji êrîşên Tirkiye û çeteyên wê nerazî ne û ji ber vê yekê bajar neterikandin.

3 SIVÎL HATIN REVANDIN

Wekî din, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku li gundên Kefer Sefra, Dêr Belût û Hecîlerê yên navçeya Cindirêsê, di serdegirtin maalan de 3 sivîlên bi navê Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen û Ebdullah Xelîl Mûrad hatine revandin.

AGAHÎ JI 119 JINAN NAYÊ GIRTIN

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê hefteya bihurî ragihandibû ku 119 jin li Efrînê hatine revandin û işaret bi kiryarên li dijî mirovahiyê kiribû. Meclîsê fikara xwe ya li ser jiyana sivîlên li Efrînê anîbû ziman û bang li saziyên navneteweyî kiribû.