Çavdêriyên li ser Reqayê: Çi li Taxa El Nehde diqewime?

Di navbera Fermandar Rûken û çeteyan de  tenê 50 metre navber mabû; li gorî ku diyar kirî li avahiya pêşberî wê 3 çeteyên DAIŞ’ê hebû.

Îro dîsa em çûn eniya şer. Li taxa El-Nehde ku şervanên QSD'ê li vê taxê qederekê bi pêş ve çûne. Ev tax cudayî taxên ku heta niha hatine rizgarkirin e. Ji ber avahiyên xwe bilind in, ser 4 taqan e û bi giranî ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve ji bo cihên leşkerî yên firqeya 17'an a li nêzî vir e hatine avakirin.

Rûken Dewran fermandareke bi heybet e. Komek ji şervanan bi rê ve dibe. Çûna me bi dûpişka ku erzaq ji wan re dibir bû. Li eniyên şer her tişt cuda ye. Pêşwazîkirin, axaftin, kesek dilê kesî nahêle. Navbera nuqteya Hevala Rûken û çeteyan 50 metro bû. Li gorî ku heval Rûken ji me re gotî sê çete li hember avahiya wan e. Ew çete, yek jê jine û her tim bang dikin heta ku şervan herin û ew  xwe radestî şervanan bikin. Lê heval Rûken got, "Ev planeke çeteyan e. Dixwazin ku hevalên me biçin wir û wan bixin kemînê. Hevalên me jî bi baldarî çûn. Lê yek ji van çeteyan xwest xwe bi hevalên me ve biteqîne. Hevalên me ji ber baldar bûn, berî ku bigihêje wan gule berdan û çete jî xwe teqand."

Ji ber ku avahiyên vê taxê hemû beton in û bombeyên balafiran jî zêde bandorê li wan nakin, çeteyan ji xwe re kirine herêmeke leşkerî. Lewma şervanên QSD'ê û çete sîng bi sîng li dijî hev şer dikin.

Tevî ku şerekî dijwar li vir diqewime şervan bi moraleke mezin û ruhê hevaltiyeke bê sînor mal bi mal herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin.

Rûken Dewran bi zimanê Erebî xweş nizane û şervanên xwe Ereb jî hene. Tevî vê di şer de ziman dîsa pir nepêwîste, her yek dewra xwe dizane, bi çavan ji hev fêm dikin.

Şerekî pir dijwar li taxê qewimî ye. Avahiyên rûxandî pir in, qulik û qewêlê taxê jî pir in. Dema mirov xeyal dike ku çawa bi şev şervan di vê taxê de dibînin, hemû berxwedanî û fêdekarî tê bala mirovan.

Em dîsa vegerin ser taxa El-Nehde ku ev taxa estratîcîk Rizgar bibe. Êdî şervan di milê rojava de nêzî navenda bajarê Reqayê dibin.