Çavdêriyên ji Reqayê: Yên ku beriya şer govendê digerînin
Li Reqayê Cenga Mezin êvarî dest pê dike û beriya her Cengê şervan ji bo rizgariyê govendê digerînin.
Li Reqayê Cenga Mezin êvarî dest pê dike û beriya her Cengê şervan ji bo rizgariyê govendê digerînin.
Li Reqayê germahî 50 derece ye, agir ji asîmanan dibare. Germahî hingî zêde ye dema mirov li derve dimîne çavên mirov êdî tiştan şolî dibîne.
Di nava xaniyekî de yê ku nîvê wê hatiye hilweşandin, şervan bêhna xwe berdidin. Her yek li qorziyekê dixwaze piçekî razê. Ji ber ku şeveke dirêj li benda wan e. Li Reqayê Cenga Mezin êvaran dest pê dike û heta ber destê sibehê didome.
Şervanên ji êvarî heta destê sibehê şer dikin, divê bêhna xwe berdin. Kom bi kom li cihên cihê bêhna xwe berdidin. Hinek jê saetek an jî du saetan razane û xwe westiyayî hîs nakin. Bi muzîkeke Erebî govendê digerînin. Nayê bîra kesî ku kesên niha govendê digerînin wê biçin şer. Rastiya mirovên bi rengî tenê Kurd û gelên li ser vê erdnîgariyê dizanin.
WAN BARÊ HÊVIYÊN MIROVAYETIYÊ HILGIRTINE
Govend ji bo Rojhilata Navîn ayînek e. Gelên ku beriya her çalakiyê govendê digerînin li ser vê axê dijîn. Govend ji bo wan serhildan û raperîn e.
Hêvî û rizgariya di çavên wan de her kesî bi heyecan dike. Dizanin ku barê wan giran e. Wan barê hêviyên mirovayetiyê hilgirtine. Dizanin ku belasebeb ne li van qadên cengan in.
DEMA AMADEKARIYÊN CENGÊ
Piştî nîvro di saet 14.00’an de şervan li hev kom dibin. Bi wesayîtan tên cihên kombûnê. Êdî ji bo cenga êvarî amadekarî tên kirin. Hinek kes xwarinê dixwin, hinek kes jî cebilxaneyên xwe amade dikin. Wesayîtên zirxî zêdetir dibin. Ji ber ku wesayîtên normal nikarin biçin cihê şer.
EM DIKEVÊN RÊ
Fermandarên koman di nav xwe de plansaziyên biçûk dikin. Kom li wesayîtên zirxî siwar dibin. Em jî li panzêra komekê siwar dibin. Wesayît dikevin nav bajarê Reqayê. Rê û avahiyên hilweşiyayî şîddeta cengê nîşanî me dide. Pêre jî bêhna xwîn û barûdê tê. Dûmana ji bajêr belav dibe li asîmanan bûne ewr. Şervanên li ser avahiyên bilind ên bajêr, hevalên xwe yên şervan silav dikin.
Bi pêşveçûna me re tarî dikeve erdê. Wesayîtên zirxî li ber avahiyekê radiwestin. Dengê çekan tê. Em 200 metreyan dûrî şer in. Em roniyên kamerayê digirin, nabe ku li vê derê ronî hebe. Ji nav avahiyekê şervan derdikevin. Em jî dikevin nav avahiyê. Dîwarên avahiyê hatine hilweşandin. Şervan ji wê derê diçin ser ban. Li wê derê disekinin.
DEST PÊ DIKIN
Fermandarê komê şervanên xwe kom dike û bi wan re diaxive. Bi carekê re hemû bi hev re sloganan berz dikin.
Ji avahiyê derdikevin û di nav tariyê de winda dibin. Piştî nîv saetê dengê gule û teqînan tê. Heta destê sibehê wisa didome. Şervanên ku heta destê sibehê şer kirine, vedigerin û li wesayîtên zirxî siwar dibin û berê xwe didin cihên bêhnvedanê.