Çavdêriya ji Reqayê: Di navbera şervan û sîvîlan de tenê çem heye
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ’ê didome heta niha nîvê bajêr hatiye rizgarkirin.
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ’ê didome heta niha nîvê bajêr hatiye rizgarkirin.
Gelek cih ketin kontrola şervanan. Gelek sîvîl ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. Bi taybetî li Reqaya Berê şerekî giran heye.
DAIŞ li Reqayê asê maye. Xeleka li dora wan her ku teng dibe, çete ji bo ku ji xwe re demê bi dest bixin, sîvîlan ji xwe re dikin mertal, yan jî di nav sîvîlan de şer dikin û naxwazin ku QSD xwe bigihînin wan. Şervan ji aliyekî ve qadê ji çeteyan paqij dikin û ji aliyê din ve jî hewl didin sîvîlan ji qadê derxînin.
Li Reqaya Berê şeva bihurî şerekî giran hebû. Ji ber ku çete sîvîlan ji xwe re dikin mertal, şer ji saet 21.00’an heta 08.30 domiya. Piştî şer gelek sîvîl ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
'ŞERVAN KESÊN GELEKÎ BAŞ IN'
Sîvîlan ji şervanan re qala tiştên hatine serê wan kirin û gotin ku DAIŞ'ê bi salan ezabê cehennemê bi wan didan jiyîn.
Sîvîlê bi navê Elî diyar kir ku DAIŞ’ê digot "QSD, YPG û Kurd kafir in û divê werin kuştin" û got, "DAIŞ'ê her tiştên me ji me stendin. Me bi mehan miqarne û savar dixwar. Wan ji me re digotin 'QSD û YPG' kafir e. Lê me dît ku şervan mirovên gelekî baş in. Hemd ji Xwedê re, em ji çeteyan pak bûn."
Sîvîlekî bi navê Abdulbakî diyar kir ku ne xwarin û ne jî ava wan hebû û li hundir ew asê mabûn.
ŞERVANÊ YPG'Ê: HETA KU EM HEMÛYAN RIZGAR BIKIN EM Ê BIDOMÎNIN
Şervanê YPG'ê yê bi navê Cûdî diyar kir ku dema wan xwestin sîvîlan rizgar bikin çar hevalên wan birîndar bûn û got "Em ji zû ve ye li Reqayê şer dikin. Ji duh ve ji bo rizgarkirina gel em şer dikin û hin hevalên me birîndar bûn. Me gelek çeteyên DAIŞ’ê kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan ketin destê me. Pê re jî me sîvîl rizgar kirin û ew anîn qada ewle. Em pêşveçûna xwe didomînin. Heta ku li Reqa û Rojava û Sûriyeyê sîvîlên di bin zilma DAIŞ’ê de nemînin em ê şerê xwe bidomînin."
NOBETA LI SER ÇEMÊ FIRATÊ
Di heman demê de ji bo rizgarkirina sîvîlên ku Çemê Firatê derbas dikin û dixwazin xwe bigihînin şervanan, şervan li ber çem nobetê digirin. Şervana YPG’ê ya bi navê Sumbulê got "Sîvîl ji bo ku karibin xwe rizgar bikin, xwe li çem dixin. Em jî li vê derê li benda wan dimînin. Malbatên hin sîvîlan ji aliyê DAIŞ’ê hatine qetilkirin. Malbatên hin zarokan giş hatine qetilkirin an jî kes nizane çi bi serê malbatê hatiye. Gelek sîvîl ji bo ku xwe rizgar bikin, dixwazin çem derbas bikin."