ÇAVDÊRÎ – Reqa êdî azad û xweşik e
"Ez ji ew qas şer û pêngavan sax filîtim. Ji ber ku min sondek xwaribû. Niha jî vê bi cih tînim."
"Ez ji ew qas şer û pêngavan sax filîtim. Ji ber ku min sondek xwaribû. Niha jî vê bi cih tînim."
Fermandar Şevger ku ji şerê mezin ê Kobanê ve di tûrikê xwe alayên YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildigirt, dema ku ev ala û poster li Meydana Naîm daliqandibû wiha gotibû.
BÛBÛ ‘DEVERA CEHIM’
Reqa Çile ya 2014’an ketibû destê DAIŞ’ê. DAIŞ ku di dîrokî de yek ji çeteyên herî hov e, û belkî dabe pêşiya împaratoriya tirsê ya Moxolan jî dema ku ketin Reqayê li meydana Naîmê bi tangan xwepêşandeke mezin kiribûn.
Çeteyan piştî vê xwepêşandanê ji bo ku vîna gelê Reqayê û dinyayê bişkîne bi sedan leşkerên rejîmê anîbûne vê meydanê û sere wan jêkiribûn.
Bi salan bû ku mirov dianîn vê meydanê, serê wan jêdikirin û êşkence li wan dikirin. Jinên Şengalî dianîn vê meydanê û difirotin. Ji bo vê jî gelê Re qayê navê meydanê guherandibûn û kiribûn ‘Devera Cehim’’ (meydana dojehê). Bi Erebî wateya Naîm ‘xweşik’ e. Lê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Devera Naîm navê wê kiribûn ‘cehim’ ango dojeh.
CAREKE DÎ TI CARAN WÊ ZILMÊ NEJÎN
Destpêka operasyona Reqayê me navê gelek şervanan bihîstibû. Şervanan tim wiha digot: ‘’Em ê li Dewara Naîmê posterên Rêbertî û alayên YPG, YPJ û QSD’ê daleqînin. Posterên Rêbertî û ala wê bibin nîşaneya wê ku li Naîmê careke dî wê hoviya wiha neyê jiyîn.’’
Yek ji sedema dî ya ku şervanan li meydana Reqayê xwestin ku posterê Rêbertî, alayên YPG, YPJ’ê daliqînin ew bû ku dixwestin rizgarkirina Reqayê weke tolhildana êrîşa bi ser Kobanê de nîşan bidin. Ji ber ku şervanan dizanîbûn sedema sereke ya êrîşa bi ser Kobanê de, êrîşa bi ser îdeolojî û têkoşîna YPG, YPJ’ê ye ku bi felseya wî geş dibû.
YPJ’Ê JÎ ŞEVGER JÎ SONDA XWE BI CIH ANÎN
Yej ji van şervanan jî, yek ji fermandarê QSD’ê Şevger e. Şevger di Şerê Kobanê de 3 tiştan tim bi xwe hildigire. Posterên Ocalan û alayên YPG, YPJ’ê. Bi salan diçû ku ev di tûrikê xwe de hildigirt. Sond dixwe ku rojekê vî poster û alayan li Devera Naîmê daleqîne. 14’ê Cotmehê Fermandar Şevger li Meydana Naîmê ev sonda xwe bi cih anî. Û 19’ê Cotmehê di daxuyaniya çapemeniyê ya YPJ’ê de, posterekî mezin ê Apdullah Ocalan, alayên YPG, YPJ û QSD’ê hatin daleqandin. Dema ku şervanên YPJ’ê bi konvoyeke mezin li Devera Naîmê dizîvirin weke ku careke dî meydan li Dehakên nû yên devbixwîn xwendin. Helbet li vir alayên YJŞ’ê, hêza jinên Êzîdî yên ku li vir hatin firotin, kuştin hatin daleqandin.
BI XWÎNA ŞERVANAN DÎSA GIHAŞTE NAVÊ XWE
Destpêka operasyona Reqayê gelek kesan digotin ev operasyon wê têkbişike. Û YPJ’ê destpêka pêngavê wiha got: ‘’Reqa bi destê jinan wê were azadkirin.’’
Belê, piştî 4 meh û nîvan Reqa bi destê jinan hate azadkirin. Helbet ev 4 meh û nîv pir dijwar derbas bûn. Xwîna bi dehan ciwanên leheng ên Ereb û Kurd li vî bajarî rijiya. Di her bihosta Reqayê de teqez xwîna şervanekî rijiyaye. Hê jî li gelek deverên Reqayê xwîna şervanên şehîd heye. Xwîna hinan hê ziwa jî nebûye. Her dema ku şervanek şehîd dibû, hevalên wan bi hêrs û tolhildaneke mestir êrîş bi ser DAIŞ’ê de dibirin. Piştî 135 rojan sondê ku dabûn bi cih hatin û Reqa hate azadkirin. Û îro Meydana Naîm dîza gihaşte navê xwe.