ÇAVDÊRÎ – Li Reqayê meş, govend û stranên serfiraziyê

Piştre fermandarên eniyê, koordînasyona şer li navenda bajêr meşa serfiraziyê kirin. Li navenda Reqayê alayên YPG, YPJ, QSD û YJŞ’ê li ba bûn. Dengê lîlandinê olan da sibeha 17’ê Cotmehê li Reqayê.

Tûnel, mayin, kemîn û hê gelek tiştên dî.. Ya girîngir jî sivîlên ku ji xwe re kiribûn mertalên zindî; zarok û jin. Dagirkeriya Reqayê ya ku 4 salan dom kir, bi destê 7 hezar şervanên Êzîdî, Kurd, Tirkmen, Ereb, Sûryan û şervanên enternasyonal ên ku ji Tirkiyê û Ewropa hatin hate bidawîkirin.

Dijwarî, bêderfetî, serfiraziya baweriya ku ji tinebûnê hate çêkirin û serfiraziya keleşê…

Li kozikên Reqayê her roj, her gav fedekarî û qehremaniyên mezin hatin jiyîn. Mirov li kûderê binere wêneyek û bi kê re biaxive çîrokek dertê. Li eniyên Reqayê li pêş van ên ku wê qet neyên jibîkirin jî şehîd bûn ku di vê serfiraziya dastanî de canê xwe dan..Ew ji taritiyê re bûne çira û bûne kana ronkahiyê.

Hêzên QSD’ê ji destpêka pêngavê ve bi operasyonên taybet bi hezaran Reqayî azad kirin û niha hemû li qadên ewle ne.

ÇÎROKÊN GIRAN

Min gelek Reqayî yên ku bi operasyonan ahtin rizgarkrin dîtin. Min guhdarî li gelek çîrokên giran kir. Ên ku ji bo kincên rengîn li xwe kirine hatine kuştin, ji bo ku li muzîkê guhdarî kirine yên ku hatin cezarkirin, gelek qedexe; divê gustîlk nekevin tiliyan û hê gelek tiştên dî.

Di pêngava Reqayê de pevgihîna hêzên QSD’ê û Reqayiyan pir nuwaza bû. Sivîlan şervanên QSD’ê hembêz kirin; malavayî li şervanan kirin. Hin ji wan digirîn û hinan dilîland.

Di operasyonên rizgarkirina sivîlan de tiştek bi ti sivîlî jî nehat. Di pêvajoya rizgarkirinê de gelê sivîl kom bi kom, malbat bi malbat, yek bi yek dihatin tespîtkirin û rizgarkirin.

Helbet ên ku sûd ji tarîtiyê jî werdigirti hebûn. ‘Kîsevanên DAIŞ’ê yên ku hijmara wan pir kêm bû jixwe di serwîsa îstîxbarî ya QSD’ê de xwe dîtin.

LI REQAYÊ SIVÎLA DAWÎ KHATÎJA

Dayika Khatîja sivîla herî dawîbû ku li Reqayê hatibû azadkirin. Di dem aşerê bajêr de di çavikeke mal de xwe veşartibû. Heta 17’ê Cotmehê tî û birçî mabû. Digot, ‘min deng ji xwe dernexist’’. Roja dawî ku Reqa hatî azadkirin, bi operasyonekê sibehê Khatîja bi destê şervanên QSD’ê hate azadkirin. QSD’yî hembêz kirin, giriya, destê xwe bi ezmên ve hildan û şikir kir. Kêliya azadiyê ya Khatîja nuwaza bû.

TÛNEL WÊ DERBASÎ DÎROKA ŞER BIBIN

DAIŞ’ê gundî û girtiyên ku hêsîr kiribûn bi mehan di tûnelan û kozikan de bi mehan dabûne xebitandin. Tûnelên ku li Reqayê hatine çêkirin teqez wê derbasî dîroka şer bibin. Hemû şer, kuştin di van tunelan de plan wan hate kirin.

Belge, derman, malzemeyên ku  li Reqayê derketin holê, nîşan didin ku DAIŞ ji Tirkiyê ve hatiya xwedîkriin. Welatê sereke yê Tirkiyê DAIŞ e. Reqa her wiha paytexta Enqerê ye…Êdî mriov dikare vê bi zelalî bibêje.

SERFIRAZIYA BAWERÎ Û BIRATIYÊ

A rast li Kobanê dawiya çeteyên DAIŞ’ê hatibû, ku ev 4 sal in Reqa dagir kiribûn. Serfiraziya Kobanê nîşanî hebû dinyayê dabû ku mirov bawer bike û bibe yek li dijî faşîzmê dikare gelek serfiraziyan bi dest ve bîne.

Çekên bi modêla dawî, teknolojiya bilind, dûrbînên şevê jî nebûn. Li Reqayê serfirzî bi bêriya azadiya şervanên QSD’ê û bi keleşên destên wan pêk hat.

Di her operasyonê de ji mayinan re çare hate dîtin, bêyî ku cîhana mayingerokê hebe. Şervanên QSD’ê ji bo ku destpêka tûnelan bigire bi kîloyan kevir dane pişta xwe.

Û hemû dijwarî, nebûna teknîkî li hêlêkê li dor sêniyeke savarê ên ku bi xwîşk û biratî hatin cem hev Reqa serfiraz kirin.

Hêleke dî ya dastana serfiraziya Reqayê ew e ku gelek şervanên Kurd, Kurdên Êzîdî, Tirkmen, Ereb, Sûryan, Newyorkî, Londrayî mil dane hev û li dij DAIŞ’ê di heman kozan de bûn. Bi hev re şer kirin, ji heman zerikê av vexwarin, hevalên ku li ber wan şehîd bûn hilgirtin.

JIN DI KOORDÎNEYA ŞER DE NE

Li Reqayê xwediyê rastîn ên serfiraziyê helbet şervanên jin bûn. YPJ kana moralê ya li eniyê bû. YPJ tenê di operasyonên çekdarî de na, her wiha di koordîneya şer de jî bû û di rêveberina şer de bi roleke pir mezin rabû.

Plangeriya qirkirina Şengalê li Reqayê hatibû kirin. Li bazarên koleyan ên ku li vir danîbûn bi hezaran jin hatin firotin. Di serfiraziya Reqayê de pêşengiya jinan dîrokî ye.

Şervanên jin ên ku di her qonaxa pêngavê de bûn, dema wê hate zad hilgirtin, dema wê hat çûne operasyonan, şehîd bûn, birîndar bûn.

Şervanên YPJ’ê bi şanazî, hêrseke mezin tol ji qirkerên Şengalê, ji plangerên wê hiland. Divê ev jî li dîrokê were qeydkirin.

ROJA 135’AN

Qêrîna serfiraziyê li kuçeyên Reqayê olan dan.

Serfirazî roja 135’an a pêngavê hat. Çete bi temamî hatin tinekirin, li Reqayê sivîla ku dawî hatî rizgarkirin dayika Khatîja bû.

Li Reqayê bêhna rozê, barûtê di bin hîsên xweş ên azadiyê de fetisîn.

17’ê Cotmehê piştî operasyonekê hêzên QSD’ê ji bo şahîneta serfiraziyê li navenda bajêr geştek kirin. Piştî paqijiya mayinan a li stadyûma bajêr ku heftiya dawî şerekî giran lê hebû, YPG’ê alaya xwe li nîvê stadyûmê çikiland.

MEŞA SERFIRAZIYÊ

Piştre fermandarên eniyê, koordînasyona şer li navenda bajêr meşa serfiraziyê kirin. Li navenda Reqayê alayên YPG, YPJ, QSD û YJŞ’ê li ba bûn. Dengê lîlandinê olan da sibeha 17’ê Cotmehê li Reqayê. Şervanan govend girt û bi hev re stranên serfiraziyê gotin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka