'Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di peyama Abdullah Ocalan de ye'

Hevseroka partiya Guhertin ya Demokrata Kurdistanê Mizgîn Zêdan got; “Peyama dawî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî wê guhertineke pir mezin di Rojhilata Navîn de çêbike.”

Hevseroka partiya Guhertin ya Demokrata Kurdistanî ya li Sûriyeyê Mizgîn Zêdan têkildarî peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Zêdan got; “Di vê peyama dawî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî de wê guhertineke pir mezin di Rojhilata Navîn çêbike, ji ber ku peyam bêhtir girêdayî aştiyê ye , em jî wekî Kurd bi rengê xwe bêhtir em nêzî aştiyê ne.  ji ber vê yekê em dikarin giftûgoyê bi her kesî re bikin û em têkiliyê xwe bi her kesî re deyînin.”

Mizgîn Zêdan bi domdarî got; “Ji ber ku em di neteweke demokratîk de ne mafê her kesî heye ku bi reng û zimanê xwe di nava giftûgoya me de cih bigire heta ku em biratiya gelan bidin nîşandan û em bi hev re li ser vê xakê jiyan bikin. Li aliyê din ya ku dikare rola xwe di guhertina fikirî û cewherî de ava bike rêxistina jinê ye. Niha jî em dibînin ku jina azad piştî ku xwe bi rêxistin kir çi guhertin bi xwe re ava kir, her wiha di hemû saziyan de cihê xwe girt. Li aliyê din jî rêxistinên xwe yên taybet dan ava kirin ev bi xwe guhertineke.

Ya herî giring ew e ku em ji komîn û meclisên xwe de dest pê bikin û em wan ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji ber ku komîn û meclîsên me bêhtir civakî ne dema ku têkevin tevgerê êdî civak dikeve tevgerê, her wiha saziyên me yên ciwanan , akademî, saziyên sivîl divê her kes karê xwe bi rêxistin bike û pêş bixe , ji ber ku em guhertineke cezrî dixwazin ava bikin.”

Herî dawî Mizgîn Zêdan got; “Em jî wekî partiyên siyasî em baş naveroka vê peyamê pêkbînin û em di riya vê peyamê re perwerdeyên xwe bidin pêş û em civakê pê bidin qebûl kirin , ji ber ku çareseriya rojhilata navîn di vê naverokê de".