'Çareserî bi diyalogê dibe'

Serokê Şapêla Reforma Sûrî Şukrî Şêxanî diyar kir, çareseriya krîza Sûriyeyê bi diyaloga hevpar a rengên cuda dibe.

Yek ji beşdarên Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya li Kobanê Serokê Şapêla Reforma Sûrî Şukrî Şêxanî bû. Şêxanî li ser nîqaşên li komxebatê û jiyana demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Şêxanî anî ziman, cara yekê ye ew tê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser çavdêriyên xwe yên li herêmê got, "Cara yekê ye têm Bakurê Sûriyeyê. Piştî ku min aramiya li kolanên Qamişlo û Amûdê dît, dikarim bêjim ku ev aramî û xweşbînî bi tena serê xwe demokrasiyeke pêşketî ye."

Şêxanî anî ziman, ew Kurdekî ji Şamê ye û li ser karên MSD'ê got, "MSD ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite, ji bo tevahiya Sûriyeyê dixebite. Lewma hemû hêzên Sûriyeyî cihê xwe di komxebata MSD'ê de digirin û nêrînên xwe bi hêsanî tînin ziman."

Der barê komxebatê de Şêxanî got, "Mirovên ji deverên cuda hatine cihê xwe di komxebatê de girtin û hewl didin ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê rêyekê bibînin. Encama ji vê komxebatê derkeve wê ji bo Sûriyeyê bibe çareserî. Ji ber ku her kes tevlî komxebatê bûne û li ser rêya diyalogê li hev dikin."

Şêxanî careke din anî ziman ku ew bi çareseriya siyasî û demokratîk bawer dike û got, "Rast e em hemû ji reng, çand û baweriyên cuda ne. Lê belê em dikarin di bin sîwana sîstemeke demokratîk de bijîn. Dema ku min nîqaş û hewldanên beşdarên komxebatê yên ji bo çareseriyê dît, baweriya min a bi çareseriya krîza Sûriyeyê ya bi rêya diyalogê zêde bû."