Çar sal di ser rizgarkirina Girê Spî derbas bûn -II

Çar sal di ser rizgarkirina Girê Spî, bi navê xwe yên din Til Ebyad re derbas bûn. Ew bajarê ku dixwestin bikin kemberek ji hev qutkirinê ya navbera gelan niha dibe mînaka jiyana hevbeş.

Aloziya Sûriyê ya sereke niha di nav pêkhate û baweriyan de heye,  ku ditirsin ji hev qut bibin. Lê bervajî  wê li Girê Spî di nav 4 pêkhatiyan de yekîtî her diçe qewintir dibe û ew nakokiyên rêjîma Baas û komên îslamî yên tundirew ku di nav xelkê de bi salan çêkiribûn, di çar salan de wekî çiyakî qîşa û havîn were heliyayêye.

PÊKHATIYÊN GIRÊ SPÎ

Çar pêkhatiyên sereke yên civaka Sûriyayê li vî bajarî biçûk bi hev re dijîn (Ereb, Kurd, Turkman, Ermen)

Ji xwe di nav herêma Firatê de Girê Spî kantonek bi serê xwe ye. Sînorê xwe ji aliyê rojava herêma Kobanê ye û ji başûr Reqa û rojhilat jî herêma Cezîrê ye, ew bi xwe di cihekî stratîjîk de ye, lewma jî her Turkiya qala vê herêmê dike.

Hemîd Elebid hevserokê Kantona Girê Sipî ye li ser pêkhatiyên kantonê wiha ji me re got:"Berî niha bi çar salan ku nû Girê Spî rizgar bû. Pêkhatiya Ereb û Turkman di rêveberiyê de ser pêçiyan dihatin hêjmartin, , lê piştî ku êdî rihet rihet ev projeya  xweseriya demokratî naskirin, niha 500 kes di nav rêveberiyê de ne û 2500 jî navê xwe qeyd kirine".

SAZÎBÛN Û RÊVEBERÎ

Rêveberiya Girê Spî ji bo kar û barê civakê rabe, komîte avakirine wekî komîteya perwerde,jin,çandiniyê, aborî, sotemeniyê, kar û barê civakê, beledî û gelek saziyên sivîl jî lê hene.

Hêvîn Ismayl Hevseroka Kantona Girê Spî ye, ji bo rêveberiyê û perwerde û peydakirina kar wiha ji me re got:"Rewşa Girê Spî hinekî taybet e di milê perwerdê de ji ber ku em sê zimanan niha di dibistanê de didin, dı heman demê de pêşketinek taybet di rewşa jinê de li vir çêbû ku berê tenê di mal de bû lê niha cihê xwe di her karî dike"

HIŞMENDIYA GEL

Ji xwe di van heft salan de hemû gelên Sûriyê veguherîn lê yê bi rojane di nav gefên derdorê be wekî bajarê Girê Spî û gefên Turkiya helbet wan bihtir zihniyeta dewleta Turkiya nas kirin

Hemîd Elebid di vê derbarê de li ser gelê Girê Spî wiha got: "Ev gel jî wekî hemû gelên Sûriyayê jı şer westiya, pêşiya şoreşê bawerıya xwe bi Turkiyêanîn, qaşo wan xelas bike lê di piratîkê de berevajîî wê derket û ew bi xwe aloziyê gur dike, gel ev dît,  lewma jî êdî hemû lîstok nas kirine."

Mustefa Salih kesayeteke tê nasîn û navdar e di Girê Spî de jibo xelkê vê herêmê ji me re got,Di nav van çar salan de hişmendiya xelkê sed û heştiyê hatiye guhartin ew jî sîstema netewa demokratîk hesasiyetên civakê li hember hev ji holê rakirine"

Salih ji bo pêkhatiyan domand,"niha Ereb, Kurd, Turkman wekî bira bi hev re dijîn, ji ber ku çareserî  jiyana hevpar e. Her pêkhatiyek ê din qebûl neke jiyan ne mûmkin e, ev civak bi hezar salan e bi hev re dijîn, rêk û azadî û xelasiya me ew e ku em bi hev re bijîn, bê ku em cudahiyê bikin.’’

Girê Spî jî niha bûye nimûneyek ji jiyana hevbeş û biratiya gelan, herî dawî jî meclisa xwe ya leşkerî raghiand ku ew jî ewlehî û sinorê wê biparêze û li destkeftiyên gelê herêmê yê salan ji her êrîşê biparêze