Çalakvanên Sêmalkayê nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan
Çalakvanên li ser Deriyê Sînor ê Sêmalkayê diyar kir ku divê ev cenazeyên gerîlayan werbigirin û ji ber ku PDK’ê deriyê sînor girtiye nerazîbûn nîşan dan.
Çalakvanên li ser Deriyê Sînor ê Sêmalkayê diyar kir ku divê ev cenazeyên gerîlayan werbigirin û ji ber ku PDK’ê deriyê sînor girtiye nerazîbûn nîşan dan.
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku PDK’ê ew şehîd xistibûn di 5’ê Cotmehê de li Sêmalkayê çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 75’emîn de didome.
Çalakvan diyar dikin divê ew cenazeyên gerîlayan werbigirin.
Endama Meclîsa Navçeya Til Temirê Rama Seydo diyar kir ku PDK ji dêvila ku daxwazên çalakvanan bi cih bîne, bi hincetên cihê Dêriyê Sînor ê Pêşxabûrê girtiye. Rama Seydo got “Jixwe dijmin dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê ji hev veqetîne. Niha jî têkiliya di navbera Başûr û Rojava de dixwazin biqetînin. PDK’ê bi van hincetên vala sînor girt. Em hêvîdar in em ê cenazeyê şehîdên xwe bistînin.”
Nedmaa Mala Jinê ya Til Temirê Necla Simêla jî diyar kir ku ew bi rojan in dixwazin cenazeyên gerîlayan bistînin lê PDK deriyê sînor digire. Simêla got “Heke deriyan bigirin jî em ê çalakiya xwe bidomînin.”