Çalakiya Sêmalka: Divê PDK lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze

Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê tevlê çalakiya nobetê ya li deriyê Sêmalka bû. Komîteyê bang li PDK’ê kir ku lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze û demildest dev ji xiyanetê berde.

Çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîneke PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dikin.

Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê çalakî dewr girtin.

Endamên komîteyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK'ê, derbasî qada deriyê Sêmalka bûn, piştre ber bi deriyê Pêşxabûr ve ketin rê.

Piştre li ser navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Sûheyle Mihemed got: "Dijminê gelê Kurd li çar parçayên Kurdistanê bi rêbazên cuda hewl dide hebûna Kurdan û destkeftiyên wê  li pêşberî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê herêmê tê kirin, tune bike."

Sûheyle Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişande ser bikaranîna çekên qedexekirî li ser gerîlayan ji aliyê dewleta Tirk û diyar kir: "Faşîzma Tirk li dijî gerîla û Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû çekên qedexe yên navneteweyî bi kar tîne. Rayedarên Başûrê Kurdistanê berpirsê şehûdbûna gerîla ye, ji ber vê yekê ev kiryar xiyaneteke mezin e."

Sûheyle Mihemed  bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi navê Komîteya Perwerdeyê li ber deriyê Sêmalka piştgiriya xwe bi çalakvanan re radigihînin û daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê dikin û bang li PDK'ê dikin ku lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze."