'PDK şaş e, em dest ji daxwazên xwe bernadin'

Çalakgerên Sêmalkayê diyar kirin ku ew bi biryar in heta cenazeyên şehîdan werbigirin çalakiya xwe dewam bikin û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.

Çalakiya kon a li Sêmalkayê kete meha 4'an. Hevserokê Yekîtiya Kedkarên Dirbêsiyê yê tevlî çalakiyê bû Ehmed Mehmûd diyar kir ku yekîtî û sendîka hemû piştgiriyê didin çalakiyê.

Mehmûd anî ziman ku PDK li şûna bersivê bide daxwaza malbatên şehîdan û çalakgeran, deriyê sînor girtiye û destnîşan kir ku heta cenazeyên şehîdan werbigirin wê çalakiya xwe dewam bikin.

'PDK ŞAŞ E, EM Ê DEST JI DAXWAZA XWE BERNEDIN'

Bavê Elî Ebo (Dilbirîn Baz) ê sala 2017'an li Reqayê şehîd bû, Hesen Ebo jî diyar kir ku ew di çalakiyê de bi biryar in. Hesen Ebo got, "Xelkê Rojava li Başûr gelek şehîd da û amade ye ku fedakariyên cuda jî bike."

Hesen Ebo nerazîbûn nîşanî girtina deriyên sînor da û got, "Ji PDK'ê heye ku bi girtina deriyên sînor wê gel birçî bihêle. Lê belê xelkê Rojava dest ji maf û daxwazên xwe bernade. Ambargo bandorê li me nake. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û heta cenazeyên şehîdên xwe werbigirin, em ê çalakiya xwe dewam bikin."