Çalakiya li Sêmalkayê didome

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê serdana çalakiya li Sêmalkayê kirin û gotin ku heya cenazeyan werdigirin ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ku li Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê di kemîneke hêzên PDK`ê de şehîd bûbûn, di roja xwe ya 89`an de berdewam e.

Îro jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê şêniyên bajarokê Girbawî ve hatin pêşwazîkirin

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silava El-Rifaî diyar kir ku 89 roj bi ser çalakiya wan re derbas bûne, lê hîna jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwazên çalakvanan red dike. Silava El-Rifaî got: “Em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan, çalakiya xwe bidomînin.”