Çalakiya li Sêmalkayê bi koma nû dewam dike
Konê ku li ber deriyê sînor ê Sêmalka hatiye vedan û bi rêya vê çalakiyê daxwaza cenazeyên gerîla ji PDK'ê tê kirin, di roja 62'an de ye.
Konê ku li ber deriyê sînor ê Sêmalka hatiye vedan û bi rêya vê çalakiyê daxwaza cenazeyên gerîla ji PDK'ê tê kirin, di roja 62'an de ye.
Li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, konê ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê hatiye danîn, di roja 62'an de ye. Çalakgerên îro endamên Meclîsa Navçeya Çilaxa ye.
Çalakger ber bi konê çalakiyê ve meşiyan û ji aliyê çalakgerên ji Tirbespiyê ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Piştî meşê çalakgeran berê xwe dan Fişxabûrê û li wir li hev civiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê koma nû ya çalakgeran endamê Meclîsa Navçeya Çilaxayê Selam Ramo daxuyanî da û got, "Daxwaza me ji vê çalakiyê ku du meh in dewam dike, wergirtine cenazeyên şehîdan e. Divê gel hemû xwedî li şehîdan derkevin û ji bo wergirtina cenazeyan bikevin nava liv û tevgerê."
Selam Ramo bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir û got, "Berpirsyariya xwe ya ji bo şehîdan bi cih bînin û ji bo cenazeyên me radestî me bêne kirin piştgiriyê bidin. Bila daxwaza me hemûyan yekîtî be û xiyanet nikaribe bikeve nava Kurdan."
Çalakiya li Sêmalkayê ji 5'ê Cotmehê û vir ve dewam dike.