Çalakiya li Sêmalka 3 mehên xwe qedand

Endamên buroya TEV-DEM a Dirbêsiyê çû serdana çalakiya li Sêmalkayê ku 3 mehên xwe qedand bertek nîşanî PDK’ê dan.

 3 meh ango 90 roj li ser çalakiya li Sêmalkayê derbas bû ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5’ê Cotmehê de bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdan li darxistbû ku di kemîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de şehîd bûbûn.

Endamên Yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya navçeya Dirbêsiyê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir.

Li ber deriyê sînor yê Pêşxabûrê bi navê Yekitiyan TEV-DEM’ê ya navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Xalid Şêxo daxuyanî da.

Xalid Şêxo di destpêka daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û neradestkirina cenazeyên şehîdan şermezar kir. Her wiha diyar kir ku bi rêya vê hevkariyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên cuda li dijî gerîla û sivîlên li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Xalid Şêxo bang li PDK’ê kir ku tu carî dewleta Tirk a dagirker nabe dostê kurdan, mînaka wê jî dewleta Tirk referandoma serxwebûna Kurdistanê red kir.

Xalid Şêxo di dawiyê de piştrast kir ku çalakiya wan heta pêkanîna daxwazên malbatên şehîdan û wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam e û bang li rêxistinên mirovî, yên navneteweyî û partiyan kir ku komîteyekê ava bikin da ku çarenûsa cenazeyên şehîdan eşkere bibe.