Çalakiya kon a li Hesekê mezin bû: 11 kom tevlî bû

Çalakiya kon a xwedîderketina li berxwedêrên zindanan a li Hesekê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, 11 kom tevlî bûn.

Çalakiya kon a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana girtîgehan, teqez em ê bi ser bikevin" lidar xistiye ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî ku 45 roj e di greva birçîbûnê de ne, di roja 3`yemîn de dewam dike.

Îro jî gelek şandeyên ji endamên meclîsên navçeyên Til Temir û Zirganê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û şandeyên ji endamên Komîteyên Meclîsên Kantona Hesekê, mamoste û endamên Desteya Tenduristiyê ya bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.

Li konê çalakiyê, Cîgirê Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mehmûd Birêc, Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Navçeya Til Temirê Kemal Mihemed û Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Navçeya Zirganê Taha Îso, axivîn.

Birêc bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê û li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Birêc got: “Em piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyê dikin. Heta bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Birêc her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên mezin û bi taybet Rûsya, li hemberî binpêkirinên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu bertekan nîşan nadin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Navçeya Til Temirê Kemal Mihemed wiha got: "Wê ciwan li hemberî van êrîşên hovane yên faşîzma Tirk û çeteyên wê li ser herêmên me ku dixwazin vîna me bişikînin û projeya biratiya gelan a li gorî raman û felsefeya Rêber Ocalan têk bibin, bisekinin."

Taha Îsa jî berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de silav kir û got: "Em ê piştgiriya vê berxwedana mezin a ku hevalên me di girtîgehên Tirkiyê de destpê kirine, bidomînin."

Îsa destnîşan kir ku armanc ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê li dijî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê ew e ku li tevahiya herêmê guhertina demografîk pêk bîne.

Tê payîn ku sibê gelek şande û di nav de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeyên Şedadê û Erîşe, beşdarî konê çalakiyê bibin.