73 welat piştgiriyê didin Meclîsa Sivîl a Reqayê

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir, 73 welatan biryar dane alîkariyê bidin Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, di gotara xwe de ya li rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, operasyona Reqayê û karê Meclîsa Sivîl a Reqayê nirxand.

Nivîsa Ehmed wiha ye:

"Piştî têkoşîna demdirêj a li dijî faşîzma DAIŞ'ê, 73 welatan biryar dan ku alîkariyê bidin Meclîsa Sivîl a Reqayê. Hem ji bo ji nû ve avakirinê, hem jî ji bo jiholêrakirina astengiyên li pêşiya Meclîsê wê alîkarî were dayin. Xuya ye di krîza Sûriyeyê de ku bi biryarên şaş giran bû, hêzên derve di mijara çareseriyê de gelekî wext winda kirine. Her kesî zanîbû, ku beşeke mezin a alîkariya ji komên çekdar ên bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' re dihate dayin, şaş bû. Şaşitiyeke dîrokî bû, ku koalîsyona mûxalefetê ya ji van koman pêk tê weke nûnerê gelê Sûriyeyê hate pejirandin û li qada navneteweyî tenê ew hatin axaftin. Dewletên navborî êdî li vê rastiyê mikur tên. Rastiyeke li pêş çavan bû, ku ev kom li ser xeta Îhvan dimeşin û pêşî li mûxalefeteke rasteqîn digirin. Tevî ku bi mîlyaran dolarî alîkarî hate kirin jî, mixaibin ji bo zarokên Sûriyeyê nekarîn dibistanekê jî vekin. Wekî din, tevî teslîmateke mezin a leşkerî jî, ji ber ku bername û stratejiyeke xwe nebûn, her kesên tevlî van koman bûn radîkal bûn û ya bûn çete yan jî veguherîn komên çete yên ku axa kontrol dikirin parçe bi parçe firotin û pêşkêşî xizmeta dagirkeran kirin.

Hê li Astana û Cenevreyê xwe mijûl dikin. Yên ku heta niha ji vê alîkariyê bêpar mane MSD û Rêveberiya Xweser in. Yên ku heta niha li dijî DAIŞ'ê bi rengekî bêhempa li ber xwe dan û hewl dan aramiyê misoger bikin, ji aliyê van hêzan ve ji alîkariyê bêpar hatin hiştin. Tevî ku derfetên wan kêm bû jî jiyan afirandin û dewam kirin. Tevî kêmaniya derfetan jî, li herêmê alternatîfeke nû afirandin. Li gel şerê şeş salan û ambarogya aboriyê, ku hê dewam dike, ev rewş gelekî girîng e. Ji avakirina jiyana civakî heta çêkirina dibistanan, tedarikkirina pêdiviyên xurek û jiğyanê yên civakê û ya herî girîng jî ewlekariya civakê hatiye misogerkirin. Ev saziyên ji alîkariyê bêpar hatine hiştin, tevî hemû zor û zehmetiyan nîşanî her kesî dane bê berxwedan û serketin çawa dibe.

Dema ku Minbic hate rizgarkirin, di serî de Tirkiye gelek welatan dest bi zexta dîplomatîk û êrîşan kirin, ji bo alîkarî neyê kirin, bajar bê dorpêçkirin û têkbirin. Daxwaza hêzên ambagoyê û êrîşkar bi cih nehat. Minbicê xwe nespart derve, lê xwe spart hêza xwe û bi vî rengî xwe bi rêxistin kir. Hemû pêdiviyên xwe ji nava xwe û bi rêyên xwezayî peyda dike. Piştî wextekê, dibe ku Tirkiye ji bo ji ambargoyê rizgar bibe, alîkariyê ji Minbicê bixwaze. Rewşa herêmên din ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi heman rengî ye.

Her kesî dipirsî, ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi fermî tê qebûlkirin ya na. Me jî ji wan re got, ev yek bi bicihanîna projeya me ya avakirina Sûriyeya federal ve girêdayî ye. Ji bo rawestandina rijandina xwînê û avakirina jiyaneke demokratîk, projeya me rêya herî rast e. Her ku ev proje bi cih tê anîn, 'qebûlkirina fermî' ku pirsa wê tê kirin, roj bi roj pêk tê. Niha jî 73 dewlet li ser ji nû ve avakirina herêmê biryarê didin. Ev gaveke nû ye. QSD'ê li dijî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest xist. Lê belê, ji bo çanda DAIŞ'ê ji holê bê rakirin, alîkariyeke mezin a madî ji bo karê perwerdeyê divê. Li cihê ku ev nebe, jiyan nayê avakirin. Şer derûniya zarokan têk biriye, her wiha ser-binesazî jî bi temamî xera kiriye.

Biryara ji aliyê welatan ve hatiye dayin rast e û li cih e. Biryareke derengmayî ye. Eger ev biryar beriya niha hatibûya girtin, rewşa herêmê dibe ku ne bi vî rengî bûya. Lê dîsa jî biryareke gelekî girîng e. Qebûlkirina Meclîsa Sivîl a Reqayê ku di bin sîwana Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê de ye, gaveke dîrokî ye. Ewqas welat destnîşan dikin, ku ji bilî Meclîsa Sivîl a Reqayê ew li vê derê ti îradeyê nas nakin. Dewleta Tirk hewl da, ku piştî rizgarkirinê Reqa radestî komên bi navê 'Koalîsyona Sûriyeyê' were kirin. Lê ev xewn bû. Heta niha ev xewn nedît. Tirkiyeyê hemû qertên di destê xwe de winda kir. Biryara alîkariyê ji bo Meclîsa Sivîl a Reqayê, di heman demê de qebûlkirina fermî ya meclîsê ye. Yek ji mijarên bingehîn e ku beriya her tiştî vîna herêmî derkeve pêş û di çarçoveya projeya Sûriyeya federal de bê pêşvebirin. Ancax bi vê projeyê li Sûriyeyê jiyaneke demokratîk, wekhev, aştiyane û ewle dikare bafire. Vîna navneteweyî niha hurmetê nîşanî vê dide û dest bi danîna têkiliyan kiriye."