5 serçeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin
QSD'ê û artêşa Iraqê, detayên operasyona ku 5 serçeteyên DAÎŞ'ê lê hatin girtin eşkere kirin. Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî got, ev yek derbeke mezin e ku li DAÎŞ'ê hatiye xistin.
QSD'ê û artêşa Iraqê, detayên operasyona ku 5 serçeteyên DAÎŞ'ê lê hatin girtin eşkere kirin. Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî got, ev yek derbeke mezin e ku li DAÎŞ'ê hatiye xistin.
Detayên operasyona ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û artêşa Iraqê bi koordîneyî meşandin û 5 serçeteyên DAÎŞ'ê yên li wan dihate gerîn hatin girtin, eşkere bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê, navê serçeteyên hatine girtin wiha ye: "smail Alwan Salman El-İthawi (Ebu Zeyd el Iraki), Saddam Omer Yahya El-Jamal (ubu ruqeya ensari), Muhammed Huseyin (ebu seyf el şeiti), İssam Abdulkadir El-Zobaie (Ebu Abdul Haq el İraqi), Omer Şihab Hammad Karbouli (Ebu Hafs el-Karbouli)."
Pisporê Ewlekariyê yê Iraqê Hîsham al Saîd got, Îsmaîl Alwan Salman El-Îthawî alîkarê Baxdadî bi xwe ye û ji şandina pereyan ji bo hesabê çeteyên li welatên cuda berpirsyar e.
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê diyar kir ku li gorî agahiyên ji El-Îthawî hatine girtin, li ser sînorê Sûriye-Iraqê operasyon hatiye kirin.
Piştî El-Îthawî hate girtin, hesabên bankayê yên rêxistina çete û hemû kodên lê dihatin bikaranîn kifş bûn.
FERMANA GELEK KOMKUJIYAN DAN
Di nava çeteyên hatin girtin de, çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Saddam el-Jamal ê ji Sûriyeyê heye, ku weke waliyê herêma Firatê dihate binavkirin.
Hate gotin, serçeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin, fermana gelek êrîş û komkujiyên li Mûsil û Enbarê dane.
40 ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê JÎ HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê diyar kir ku li gorî agahiyên ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin, li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê êrîşa hewayî hatiye kirin û 40 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatine kuştin.
Wêneyên 5 çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin, hatin weşandin.
BERDEVKÊ KOALÎSYONÊ: DERBEKE GIRÎNG E
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA Ryan Dillon doh daxuyaniyek da û diyar kir ku 5 berpirsyarên DAÎŞ'ê di encama operasyona koordîneyî ya QSD û artêşa Iraqê de bi saxî hatine girtin. Hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin berpirsyarên Dêra Zorê ne û 4 jê Iraqî ne, yek jî Sûriyeyî ye.
Dillon got, "Girtina wan derbeke girîng e ku li DAÎŞ'ê hatiye xistin. Ev yek nîşan dide ku di navbera artêşa Iraqê û QSD'ê de ji bo têkbirina DAÎŞ'ê koordînasyoneke berfireh heye."