BI DÎMEN

4’emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran hate lidarxistin

Li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Zanîn Xwebûn e, Xwebûn jî Azadiye” 4’emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran hate lidarxistin.

KONFERANSA YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN

4’emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Firatê li eywana Koma Silhê ya Kobanê bi dirûşmeya “Zanîn xwebûne, Xwebûn jî Azadiye” bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr hate lidarxistin.

Di konferansê de pêşî ji bo bîranîna Komkujiya Helebceyê û hemû şehîdên şoreşa azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Piştre jî Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Firatê Ehmed Dalî axaftina vekirinê kir û bal kişand ser rola rewşenbîran a di nava civakê de. Dalî got, “Divê em hîna zêdetir xwedî li rola rewşenbîrtiyê ya di nava civakê de derkevin. Di encamê êrîşên ser civaka me de rewşenbîrtî, çand, wêje û huner ketiye nava tarîtiyê. Lê em ê hewl bidin bi xebatên xwe vê tarîtiyê ji holê rakin. Erka herî sereke ya vê xebatê dikeve ser milê rewşenbîran.”

Piştre jî perspektîfa derbarê şexsiyeta rewşenbîrtiyê de ji aliyê Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê ve hat xwendin. Di perspektîfê de rola rewşenbîran a di nava civakê de hate bi bîr xistin.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed jî geşedanên siyasî nirxand. Ehmed di nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên şerê taybet ên li ser nasnameya civakê, komkujiyên li dijî gelê Kurd û rola pêşengî û rêxistinbûyî ya rewşenbîran a di nava civakê de.

Rewşenbîr Hisên Mihemed Elî jî destnîşan kir ku rewşenbîrtî tenê bi xwendina pirtûkan pêk nayê û wiha got, “Divê xwedî hêza avakirinê jî bin. Ji ber ku rewşenbîr bi xeyalên xwe tiştan diafirînin û teşeyek xweş dide demê."

Di dawiyê de rapora kar û xebatên 2 salan a ku ji aliyê rewşenbîran ve hatine meşandin, hate xwendin û Ehmed Dalî dubare ji bo hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Firatê hat hilbijartin.