3 şehîdên Reqayê li Tebqayê hatin veşartin

3 şervanên QSD'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li Tebqayê hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên QSD′ê Mustefa Mihemed (Ebû Şiwax), Hanî Eelîs û Mehmûd Şêx (Ebû Ebdulrehman) ji Kantona Kobanê ber bi bajarê Tebqayê ve hatin şandin.

Bi sedan kesên bajarê Tebqayê, navçeya Cerniye û bajaroka Mehûmdlî, Endamên Saziyên Sivîl cenaze li bakurê rojava yê bajêr wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî, rizgarkirina Reqayê li tevahî cangoriyên azadiyê û malbatên wan pîroz kir û wan da zanîn ku bi saya xwîna şehîdan, Reqa ji tarîtiyê azad bû.

Mihemed diyar kir ku opozisyona Sûrî qebûl nakin, ji ber ku bazirganiyê bi xwîna gelê Sûrî dike.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê jî diyar kir ku ev serketina dîrokî bi fedekariya şehîdan hat bidestxistin û soza şopandina riya şehîdan heta rizgarkirina tevahî mirovahiyê ji zulmê da.

Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan şêx Ehmed Hisên jî anî ziman ku bi saya fedekariya şervanên QSD′ê, bajarê Reqayê ji terorê rizgar bû.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin. Her wiha nasnameyên cangoriyên azadiyê Xalid Xalidî (Xalid Reqa) û Mihemed Ebid Cewad (Rodî Reqa) jî hatin eşkerekirin. Nasname radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên hersê cangoriyan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.