3’emîn konferansa yekîtiya belênderan hate lidarxistin

Bi dirûşmeya ‘Belênder-muteaît- pêşketin û xweşikbûna welat e’ belênderên herêma Cizîrê ya Rojava konferansa xwe ya sêyemîn li dar xistin.

Bi dirûşmeya ‘Belênder-muteaît- pêşketin û xweşikbûna welat e’ belênderên herêma Cizîrê ya Rojava konferansa xwe ya sêyemîn li dar xistin.

Li Qamişloyê bi tevlêbûna 150 belênder-muteahît-, saziyên sivîl, şaredarî û meclîsa kantona Qamişloyê û bi tevlêbûna Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û şêwirmendê QSD’ê Rêzan Gulo konferans hate destpêkirin.

Di destpêka konferansê de Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso rewşa siyasî nirxand û got ku “Di van demên dawîn de me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xist lê dewletên dîktator ji bo ku berjewendiyên xwe zêde bikin, dixwazin aloziya li Sûriyeyê berdewam bikin. Ji ber vê jî qonaxa li pêş me gelekî girîng e.”

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora karê yekîtiyê hate xwendin û di raporê de xebatên yekîtiyê ya du salan hate nirxandin.

Piştre rêzikname hate xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.

Konferans bi hilbijartina hevserokan bi dawî bû.