3 Efrînî hatin revandin

Komeke leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê li Helebê 3 welatiyên sivîl ên Efrînî revandin. Hate ragihandin ku yên hatin revandin birine Şamê.

Komek leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê li Helebê 3 Efrîniyên dijiyan, revandin. Hate ragihandin ku yên hatine revandin birine Şamê.

Kesên bi navê Ebdo Kobelak, Ebdulcewad Silêman û Îmad Ebdulcewad Silêman hatine revandin. Hate ragihandin ku yên hatine revandin ji gundê Keferşêl a Efrînê koçî Helebê kirin.

Her 3 kesên li taxa Eşrefiyê zêrîngirî dikir, berî niha ji ber pere bidin hatibûn tehdîdkirin.