3 Şehîdên YPG-YPJ û QSD'ê hatin veşatin

3 şervanên YPG-YPJ û QSD’ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd ketî bi merasîman hatin verşartin.

Bi sedan Kobanêyan şervana YPJ’ê Sozdar (Berîtan Zinar) ku li navçeya Şeddadê şehîd ketibû bi merasîmekî spartin axê.

Merasîm bi merasîma leşkerî û rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û di merasîmê de li ser navê Hêzên Parastina Cewherî Nebo Mûrad axivî û got, “Meha Tîrmehê, di dîroka Kurdan de meheke pîroz e. Rêhevalên me di zindana Amedê de li hemberî faşîzma dewleta tirk bi lehengî li ber xwe dan.

Piştî axaftinê belgeya şahadetê radestî malbata şehîd hate kirin.

Merasîm bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ŞERVANÊ YPG’Ê LI DÊRIKÊ HAT VEŞARTIN

Şervanê YPG’ê Rizgan Destan ku 29’ê Hezîranê  di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Dêrikê spartin axê.

Girseyê, termê Rizgan Destan  (Mihemed Eşrec) ji nexweşxaneya Şehîd Hogir girtin û bi konvoyeke mezin anîn û goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê Hêzên Erka Xweparastinê merasîmek ji bo bîranîna şehîdan li darxist. Fermandarê YPG’ê Mihyedîn Xerke di merasîmê de axivî û soza domandina têkoşîna şehîdan dubare kir.

Her wiha wiha hevserokê Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê Hesen Ûbeyd jî axivî û got, “Em ê riya şehîdan bişopînin, destkeftiyên şoreşê biparêzin. Divê her kes xwedî nirxên şehîdan afirandî derkeve.”

Piştî merasîmê belgeya şahadetê ya Rizgan Destan radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hat kirin.  Termê Destan, bi diruşme û tilîliyan spartin axê.

JI BO ŞERVANÊ QSD’Ê ELAÎ XELÎFE LI TEBQAYÊ MERASÎM

Ji bo şervanê QSD’ê Elaî Xelîfe (Elaî Tebqa) ku bajarokê Hecîn ê Dêra Zor şehîd bibû jî li Tebqayê merasîmek hate lidarxistin.

Gerseyeke mezin termê Elaî ji nexweşxaneya Wetenî girt û ber bi şehîdgehê ve rê ket. Li şehîdgehê termê Elaî bi girseyî hat pêşwazîkirin û merasîm hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Komîteya Parastinê ya Tebqayê Fatêa Reşo, rayedarên Saziya Malbatên Şehîdan axivîn û sozê rizgarkirina Efrînê hat dayîn.

Piştî merasîmê belgeya şehîd radestê malbata wî hate kirin û rêhevalên şehîd ew spartin axê.