26 partiyên Kurd bang kirin: Bê şert û merc bêne gel hev
26 partyiyên Kurdî yên li Sûriyeyê ji bo yekîtiya neteweî gavek nû avêt û bang kirin ku bê şert û merc bên gel hev.
26 partyiyên Kurdî yên li Sûriyeyê ji bo yekîtiya neteweî gavek nû avêt û bang kirin ku bê şert û merc bên gel hev.
26 partiyên siyasî yên Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li yekkirina ref û helwestan kir. Her wiha bang li hemû hêzên kurdistanî, rêxistinên çandî, dezgehên çapemeniyê, kesayetên olî, civakî, çandî û tevahî gelê Kurd kir ku rola xwe ya rasteqîn di pêkanîna yekitiya refa kurdî de bilîzin.
‘ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DEWAM DIKIN’
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:
" Gelê Kurd li Sûriyê bi taybet û li giştî herêmê di mercên gelekî dijwar û qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Bi taybetî jî piştî dagirkirina dewleta Tirk a bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên li Bakurê Sûriyê re bi behaneyên derewîn, her wiha berdewama hikumeta AKP’ê gefên xwe yên temamkirina planên xwe yên dagirkirina xeta sînor a digihîje heta sînorên herêma Kurdistanê li Iraqê. Bi vê yekê dewleta Tirk armanca xwe ya sereke ya tunekirina çirûskên hêviyên gelê Kurd ên bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û nîştimanî li Sûriyê. Her wiha pêkanîna hemû kiryarên guhertina demografiya herêmên Kurdan dike. Ji bo ku ajandeyên xwe yên nîjadperest pêk bîne, tevgerên artêşa Tirk êdî di vê çarçovê de ne. Heta gihîşt asta ku dewlet Tirk hevdîtinên bi tirs bi piraniya hêzên herêmî û navdewletî û rejîma Sûriyê re jî bi armanca pêkanîna lihevkirinên li ser hedefgirtina doza kurdî li Sûriyê, pêk tîne.
‘BÊ ŞERT Û MERC LI HEV KOM BIBIN Û RÊYÊN ÇARESERIYÊ BIBÎNIN’
Gelê Kurd însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo pêkanîna lihevkirina Kurdî-Kurdî, pêşwazî kir ku wê helbet pêşwaziya her kar û xebatên di vê di derbarê de bike û baweriyê bi tevgera siyasî ya kurdî vegerîne. Her wiha dê hêviya gel ji nû de zindî bike.
Em bang li partiyên kurdî yên siyasî li Sûriyê dikin ku bêyî şert li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, bi ruhê berpirsyariyê çareser bikin. Ji bo avakirina lêvegereke siyasî Kurdî ji bo yekîtiya Kurdî, helwesta Kurdî derbarê dozên stratîjîk bixebitin.
‘BANG LI HER KESÊ DIKIN KU BIBIN XWEDÎ ROL’
Em bang li tevahî hêzên Kurdistanê, rêxistinên çandî, dezgehên çapemeniyê, kesayetên civakî, olî, çandî û tevahî gelê Kurd dikin ku rola xwe ya rast ji bo avakirina yekitiya kurdî pêk bînin.”
ÎMZE
Partiyên ku ev peyam îmze kirine ev in:
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyê, Partiiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Veguherandinê ya Kurdistanê, Yekitiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê, Partia Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî), Tevgera Serastkirinê ya Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El-Partî), Partiya Hevgirtin a Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Yekitiya Niştîmanî ya Azad a Rojava, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokrtîk, Kongreya Star, Partiya Têkoşîn a Demokratîk û Partiya Gelêrî ya Kurdistanê.