240 şervan beşdarî nava refên QSD’ê bûn

240 şervan piştî ku li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdehiya xwe qedandin, bi merasîmekê beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûn.

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Serhed Hesekê" bi dawî kir a ku 240 şervanên ji bajarên Dêra Zor, Hesekê û Kobanê tev lê bûbûn.

Perwerdehiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 15 rojan berdewam kir û di perwerdehiyê de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî  dîtin.

Perwerde bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. Fermandar Ciwan Genterî di merasîmê de axivî bidawîbûna dewreya perwerdehiyê li şervanan pîroz kir.

Ciwan Genterî bi domdarî wiha got; “Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ`ê bi teqez wê berdewam be heta ku tevahiya Sûriyeyê ji çeteyan were paqijkirin.”

Piştre şervanan sonda leşkerî xwarin û berê xwe dan Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê.