210 şervanên jin tevlî QSDʹê bûn

Li Kantona Hesekê 210 şervanên jin  piştî qedandina dewreya perwerdê bi merasîmekê tevlî QSD’ê bûn.

Akademiya Şehîd Xanim Diyab ya Kantona Hesekê ya Herêma Federal a Cizîrê dewreya perwerdehiya şervanên nû ya bi navê şehîd Sozdar Dêrik bi tevlîbûna 210 şervanên jin vekiribû, bi dawî kir.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSDʹê dest pê kir. Piştre Fermandara QSD`ê Sariya Evîndar axivî û da zanîn ku armanca dewreyê ew e ku şervan di aliyê leşkerî de bibin xwedî tecrubeyeke mezin.

Sariya di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev hêzên ku îro dewre bi dawî kirine wê bibin kelemê çavên çeteyên DAIŞ`ê û wiha dom kir: ʺÇeteyên DAIŞ`ê di paytexta xwe Reqayê de ziyanên mezin dibînin, bi saya şervanên ku projeya Neteweya Demokratîk û li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş tekoşînê dikin,çete tune dibin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawî şopdarên rêya wan bin.ʺ

Piştî axaftinê şervanan sûnda leşkerî ya ji bo tevlîbûna QSDʹê xwarin.

Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû.

Şehîd Sozdar Dêrik a ku dewre li ser navê wê hatiye vekirin, di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbû.