200 şervan  tevlî QSDʹê bûn

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 200 şervanên QSD'ê piştî dewreya perwerdê bi dawî kirin bi merasîmekê tevlî QSD'ê bûn û berê xwedan Reqayê. 200 şervan wê tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin.

Şervanên QSDʹê ji beriya çend mehan ve dest bi Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê kirin. Şervanan di 6ʹê Hezîranê de jî dest bi pêngava rizgarkirina bajêr kirin.

Bi hezaran şervanên QSDʹê tevlî pêngavê  bûne û heta niha 50 ji sedî ji bajarê Reqa piştî şerê 2 mehan ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin.

Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê  de  Akademiyên QSDʹê şervanan perwerde dike û wan ji bo tevlîbûna pêngavê amade dike.

Di vê çarçoveyê de Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya ku bi navê 'Şehîd Elî Cîhan' bi beşdarbûna 200 şervanan dabû destpêkirin, bi dawî kir. Dewreya ku dewreya 16ʹan bû 20 rojan dewam kir. Di dema dewreyê de şervan fêrî waneyê leşkerî û hunera şer bûn.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla a QSDʹê bi beşdarbûna bi dehan şervanên QSDʹê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir.Piştre Endamê Fermandariya QSDʹê Xeyrî Mihemed axivî û serkeftinên ku şervanên QSDʹê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de bidest xistine bibîr xist û got ku bi berxwedan û tekoşîna şervanan teror têk diçe.

Xeyrî di berdewama axaftina xwe de jî got ku Reqa roj bi roj ber bi rizgarkirinê ve diçe û wiha domkir: ʺSerkeftina mezin nêzîk bûye. Bi saya ciwanên ku tedikşin gelê herêmê bi aramî dijîn. Em ê li her derê şerê terorê bikin.ʺ ‫

Piştî axaftin bi dawî bû, şervanan sonda  leşkerî xwarin da ku  parastina xaka Bakurê Sûriyê bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin li ser bingeha netewa demokratîk biparêzin. Şervanan piştî dewreya xwe bi dawî kirin, wê li eniyên berxwedanê werin erkdarkirin.

Şehîd Elî Jiyan navê rast Mihemed Osman di meha Hezîrranê de di şerê rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Rêveberên Akademiyê gotin ku Akademiyê piştî vebûna xwe bi çend mehan 3 hezar û 500 şervanên ku tevlî QSDʹê bûne, perwede kirin.