20 salên li Rojhilata Navîn: Rojavayî qala Ocalan û PKK'ê dikin

Rojavayiyan qala dema dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê kirin.

Di damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re 40 sal derbas bûn ku 26-27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ji aliyê 22 ciwanan ve hate avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya darbeya faşîst a 1980'î roja 2'ê Tîrmeha 1979'an derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi vî rengî PKK li Rojhilata Navîn belav bû.

Bi têkoşîna 20 salan a Ocalan a li Rojhilata Navîn re tovên destpêkê yên şoreşa niha ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin reşandin. Rojavayiyên ku ew serdem dîtin, qala bîranînên xwe yên bi Ocalan û PKK'ê re kirin.

Hemîde Elûş û Ehmedê Pîrê ku wê wextê deriyên xwe li Ocalan û PKK'iyan vekirin ji ANF'ê re axivîn.

Hemîde Elûş: Piştî ku heval hatin mala me, min partî nas kir. Hevalekî bi navê Mehmet Saît, heval anî mala me. Rojekê got ku wê li gundê Kazîkayê hevalekî bîne. Li wê derê, Rêbertî bi traktoran anîn heta nêzî Mekteba Reş. Ji bo balê nekişîne piştre ji wir meşiya û hatin mala pismamê min. Wê wextê navê Rêbertî Alî Firat bû. Ji bilî Mehmet Saît kesî nizanîbû ew kî ye. Wî jî ji kesî re nedigot.

Ehmedê Pîrê: Dema ku ji Bakur hatin Kobanê li taxa me diman. Me ew bi navê telebeyan nas dikir. Dikana min a berberiyê li taxa me hebû. Me hev li wir nas kir. Bi temê re gotin ku wan partiyeke Kurdan ava kirine û navê wê jî Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Me bi demê re hev nas kirin û bûn dostê hev. Piştre em tevlî karên eniyê bûn.

Hemîde Elûş: Dûre ew li Helebê xuya bûn. Em jî çûn Helebê û me ew dîtin. Li wir li mala Omer Muxtar diman. Li Helebê hîn bêhtir hatin naskirin. Hate bihîstin ku ew Abdullah Ocalan e, rêberê Kurdan e. Gel hêdî hêdî bi wan dihate girêdan. Sala 1982'an ez jî çûm Helebê. Min li mala kekê xwe ew careke din dît.

Ehmedê Pîrê: Berî ku em wan nas bikin, me ne Kurdistan ne jî Kurdîtiya xwe nas dikir. Me bi siyasetê nizanîbûn. Tenê ji ber terbiye û exlaqa wan em bi wan dihatin girêdan. Pênc, şeş saetan bê navber ji me re qala dîroka Kurdistanê dikirin. Roj bi roj me hîn bêhtir ji wan hez dikir.

Hemîde Elûş: Dema ku li mala me diman, me ew bi şev vedişartin. Bi rojê jî diçûn qadên bejahî. Dema ku nû hatin, leşkerên rejîmê avêtin ser mala me. Kaseteke wan li malê mabû. Leşkerekî rahişt wê kasetê, lê fêhm nekir bê çiye. Lewma avêt nava dergûşê. Hevsera birayê min pê hesiya û çû zaroka xwe xist hundirê dergûşê. Min jî dergûş derxist derve.

Ehmedê Pîrê: Rojekê hevalan gotin ku em ê biçin Helebê û Rêbertî bibînin. Em gelekî bi kelecan bûn. Ji ber ku min berê ket lîderekî Kurd nedîtibû. Me navê wan bihîstibû lê ew nedîtibû. Sala 1986'an em çûn Helebê. Me li mala Omer Mûxtar Rêbertî dît. Ji Efrîn, Kobanê, Cizîrê, Reqayê gelek mirov hatibûn. Heval ketin hundir, piştre Rêbertî hat. Ji kêfa me nezanîbûn em ê çi bikin. Yekemcar me lîderekî Kurd didît. Ji me re qala Şêx Seîd, Dersimê, Qazî Mihemed kir. Qala raperînên Kurdan kir. Got ku wan partiyek ava kirine û ji bo doza Kurdistanê têdikoşin. Moraleke mezin dida me. Em bi moralê wî dimeşiyan.

Hemîde Elûş: Min destpêkê navê Apociyan bihîst. Piştre gotin ku PKK ne. Hevala Zeynep dihate mala me. Wê qalê dikir. Ji min re got, 'tu jî tevlî bibe'. Ez wê wextê dergistî bûm. Min bihîst ku wê demê jin jî tevlî dibin. Me civîn li dar dixist, li malan. Wê demê pê hesiyam ku jin jî tevlî PKK'ê dibin.

Ehmedê Pîrê: Rêbertî mirov bi xwe ve girê dida. Mesela, ajanek jî biçûya cem Rêbertî, yekser dibû dost. Rojekê rojnamevakî ev pirs jê kir; 'tu çiqasî bi ser gel ve diçe, gel ewqasî ji te hez dike. Tu çawa dikarî vê bike?' Wî jî bersiv da û got, 'Ez rastiya gel ji wan re dibêjim. Tiştekî din nakim'.

Hemîde Elûş: Timî qala zarokatiya xwe dikir... Digot ku dayika wî gelekî bandor lê kiriye û taybetmendiya xwe ya tolhildanê û welatparêziyê ji dayika xwe girtiye.

Ehmedê Pîrê: Rojekê li Helebê civîn hebû. Aram Tîgran jî hatibû. Rêbertî gelekî hez ji dengê wî dikir. Aram Tîgran wê bistira. Me jî du kursî danîn wir. Rêbertî hat û li ser kursiyê rûnenişt. Çû li nava gel rûnişt. Yanî xwe ti carî ji gel cud nedît.

Hemîde Elûş: Rêbertî timî qala hewldana tinekirina Kurdan dikir. Digot ku maf û keda Kurdan tê xwarin. Digot, Kurd dixebitin, lê hinekî din keda wan dixwin. Digot, 'armanca me ew e ku kes keda me nexwe. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi welatekî azad heye'.

Ehmedê Pîrê: Li Akademiya Mahsûn Korkmaz a li Lubnanê civînek hebû. Dema ku Rêbertî diaxivî, yekî ji Efrînê pirsek jê pirsî. Got, 'Serokê min têkiliya we ya bi Hafiz Esad re heta kîjan radeyê baş e?' Rêbertî qet lê aliqî û got, 'Heta vê kêliyê baş e'. Ji vê kêliyê û pê ve mirov nizane bê siyaset çawa biguhere.

Hemîde Elûş: Ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê em çûn Bekaayê. Rêbertî axivî, bi gel re mijûl bû. Wê şevê em li wir man, Rêbertî heta sibehê li nava gel geriya û bi her kesî re yek bi yek axivî. Kê xwarin xwariye, kê nexwariye her tişt dipirsî.

Ehmedê Pîrê: Bang li gelê me dikim ku di sala 41'ê de xwedî li partiya xwe derkeve. Eger PKK dibêje 'ez ê PKK'ê biqedînim', divê em hîn bi xurtî xwedî li PKK'ê derkevin.

Hemîde Elûş: 15'ê Sibatê rojbûna kurekî min e. Ji roja dîlgirtina Rêbertî û vir ve em rojbûna kurê min pîroz nakin. Heta ku Rêbertî azad nebe, em ê pîroz nekin.

Sibe: Şahidiya Efrîniyan...