2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê diyar kir ku li bejahiya Dêrazorê 2 şervan şehîd bûn û agahiyên derbarê nasnameyên wan ragihand.
QSD’ê diyar kir ku li bejahiya Dêrazorê 2 şervan şehîd bûn û agahiyên derbarê nasnameyên wan ragihand.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “2 şervanên me Kawa (Mihemed Kerîm El Elo) û Qeyser (Mehmûd Yûsif El Mihemed) dema ku erka xwe ya leşkerî li bajarokê Mergede yê gundewarê Dêrazorê pêk dianîn, şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola her du şehîdan di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de hat kirin û hat gotin: “Her du şervanên me beşdarî gelek operasyonên dijî çeteyên DAÎŞ’ê bûn, berxwedaneke mezin raber kirin, bi vîn û baweriyeke xurt a serkeftinê şer kirin.”
QSD’ê sersaxî da malbatên şehîdan û soz da malbatên şehîdan, hevrêyên xwe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ew ê armancên şehîdan ên mayîndekirina ewlehî û aramiyê pêk bînin.
Nasnameyên şehîdan li gorî daxuyaniyê wiha ne:
Nasnav: Kawa
Nav û Paşnav: Mihemed Kerîm El Elo
Navê Dayikê: Henûf
Navê Bav: Kerîm
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Um Medfeh-Zên El Meberc/1986
Cih û Dîroka Şehadetê: Mergede/21.Cotmeh.2023
**
Nasnav: Qeyser
Nav û Paşnav: Mehmûd Yûsif El Mihemed
Navê Dayikê: Besme
Navê Bav: Yûsif
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reşîdiyê/2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Mergede/21.Cotmeh.2023