2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin

Şehîdên Berxwedana Serdemê Ciwan Efrîn û Cûdî Çiya yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn li Şehbayê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Herêma Efrînê cenazeyên 2 şehîdên bi navên Remedan Efrîn(Ciwan Efrîn) û Îbrahîm Ehmed(Cûdî Çiya) ku di 18’ê vê Kanûnê ya merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekê ber bi goristanê ve ketin rê.

Şênî ber bi navçeya Ehresê ve di nava tilîliyên dayik, diruşmên silavkirina şehîd û Berxwedanên Serdem û Rûmetê de ketin rê da ku cenazeyên her du şehîdan veşêrin.

Merasîm li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso û rêvebera Meclisa Kantona Efrînê Newroz Efrînê, axivîn.

Axêveran tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û sersaxiya malbatên wan kir û piştrast kir ku şehîdan canê xwe da ku rûmeta me biparêzin, yekîtiya gelan û neteweya demokratîk ava bikin, feda kir û her wiha jî da ku xakê ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê rizgar bikin.

Piştre wesîqetên her du şehîdan Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Avdar Mihemed xwendin û radestî malbatên wan kirin. Dûvre şêniyan cenazeyên şehîdan bi tilîliyan spartin axê.