15 kes ji Efrînê hatin revandin û ew xistin girtîgehên Tirkiyeyê

Dewleta Tirk a dagirker 15 kes ji Efrînê revand ku 6 ji wan jin in û ew xistin girtîgehên li Tirkiyeyê.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 15 welatiyên Sûriyeyê yên ku revandine, ji herêma Kefer Cenê ya gundewarên Efrînê birin girtîgehên li Tirkiyeyê. Di nava revandiyan de 6 jinên ciwan jî hene.

Çavkaniyan da zanîn ku ew 15 kes beriya 2 mehan hatibûn revandibûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine, bi armanca standina fidyeyê û guhertina demografiyê revandina welatiyan didomînin.