13 zarok û 2 jin ên DAÎŞ'î radestî Spanyayê hatin kirin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 zarok û 2 jinên DAÎŞ'î radestî Spanyayê kir.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Spanyayê Guillermo Anguera doh ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Lana Hisên û nûnera Desteya Jinan Huweyda Mihemed Selîm Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê rewşa mirovî, aborî û ewlehiyê ya herêmê nirxandin.

Li gorî malperê, El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser diyaloga nîştimanî ya sûrî dike bingeha pêkanîna ewlehiyê û çareseriya siyasî û parastina yekitiya Sûriyeyê. Her wiha destnîşan kir ku yekitiya Sûriyeyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hember nasnameya sûrî û sûriyan dest pê dike.

El Giêt wiha dewam kir: “Nêzîkbûna Tirkî-Sûrî li dijî berjewendiya Sûriyeyê ye, nexasim piştî ku Tirkiyê şer teşwîq kir, axa Sûriyeyê dagir kir.”

El Giêt di axaftina xwe de diyar kiriye ku girtina deriyê Til Koçer (Yarûbiye) li ser aborî û rewşa mirovî ya herêmê bi awayekî neyîn bandor dike û bi heqê sûriyan de neheqiyek e.

Guillermo Anguera jî spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞ`ê dikin. Her wiha destnîşan kir ku Spanya destekê dide Rêveberiya Xweser di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de.

Hate ragihandin ku di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAÎŞ'ê li gorî belgeyên fermî di navbera her du aliyan de, radestî Spanyayê hatine kirin.