Cenazeyên 13 şehîdên Reqayê hatin veşartin

Li bajarê Hesekê 13 şervanên YPG′ê û Hêzên Asayîşê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Mihemed Xidir Silêman (Firat Hesekê), Izedîn Zahir (Gîvara Hesekê), Teysîr Hesen (Ciwan Qamişlo), Salih Salim (Hecî Til Berek), Silêman Ebid (Zana Hesen), Kînan Ebid Hesen (Temir Hesekê), Tewfîq Mihemed (Birûsk Hesekê), Ehmed Murîh (Robar Hesekê), Hemed Hemed (Zagros Cibûrî), Xalid Tenan (Şevger Hesekê) û Mazin Necim (Şengal Hesekê) û Endamên Hêzên Asayîşê Mihemed Osman û Ehmed Elî ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Merasîm bi deqeye rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemîd Hesen, Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê û Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Bedran Çiya Kurd, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyan re hat xwestin û hat diyarkirin ku têkoşerên azadiyê ji bo avakirina jiyaneke bi ewle canê xwe feda kirin.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşim û tilîliyan ve li goristanê hatin veşartin.