100 roj in ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe nobedê digirin

Malbatên şehîdan, ji bo karibin cenazeyên zarokên xwe werbigirin ên ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin, 100 roj in li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê nobedê digire.

Hêzên çekdar ên PDK'ê şeva 26'ê Tîrmehê kemîn danî ber 3 gerîlayên bi fermandariya gerîlayê bi navê Server Serhat û ew revandin. Heta niha ji Server Serhat û hevalên wî ti agahî nehatiye wergirtin. Aqûbeta van gerîlayan hînê ne diyar bû, PDK'ê vê carê jî şeva 28-29'ê Tebaxê kemîn danî pêşiya komeke ji 7 gerîlayan ku ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibû. Ji vê koma gerîla jî 6 gerîla şehîd bûn, gerîlayek jî bi saxî rizgar bû û piştî çend rojan xwe gihand hêzên gerîla.

MIKURHATINA BERDEVKÊ PDK'Ê

HPG'ê têkildarî şehadeta gerîlayan daxuyaniyek da û ji PDK'ê xwest ku daxuyaniyê bide. Li ser vê yekê Berdevkê PDK'ê Mahmûd Mûhammed got, "Çi karê gerîla li wir heye?" û bi vî rengî li kiryara xwe mikur hat.

Piştî daxuyaniya Berdevkê PDK'ê Mûhammed, malbatên gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ketin nava liv û tevgerê. Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Rojavayê Kurdistanê alîkarî xwest ku karibin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.

KON HATE VEDAN

Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên gerîlayên şehîd bûn, ji bo dayina cenazeyan daxuyanî dan. Lê belê PDK'ê bersiv neda ti daxuyaniyê. Li ser vê yekê di 5'ê Cotmeha 2021'ê de Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd bûn li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon veda.

Ji gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; ji Dêra Zor, Şeddadê, Hawll, Kerema, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Kobanê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê bi dehan heyetan serdana çalakgeran kirin. Di nava yên hatin serdanê de gelek rûspî û serokeşîrên Ereb jî hebûn.

Her wiha tevî endamên rêxistinên civakî yên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên rêxistinên saziyên bawerî û olan jî serdana çalakgeran kirin.

PDK'Ê NAMEYA DAYIKAN RED KIR, DERÎ GIRT!

Ji roja destpêkirina çalakiya kon û vir ve gelek caran dayikên aştiyê û dayikên şehîdan serdana kon kirin. Di 11, 21'ê Cotmehê û 4'ê Mijdarê de Dayikên Aştiyê sê caran xwestin nameyê bişînin. Dayik ji Pira Fişxabûrê derbas bûn û hewl dan nameyê bidin rayedarên PDK'ê, lê belê her carê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin.

Komek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger jî ji bo şermezarkirina nedayina cenazeyan çalakiyek li dar xist. Asayîş û endamên îstîxbaratê yên PDK'ê bi ava şid û keviran êriş birin ser ciwanên li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê. PDK'ê 16'ê Kanûnê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, 19'ê Kanûnê jî Deriyê Sînor ê El Welîdê girt.

MALBAT BI BIRYAR IN

PDK li şûna dayina cenazeyan gelek caran gef li dayikan xwar. Lê belê malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyan bi biryar in. Malbat dibêjin, "Heta ku cenazeyên xwe wernegirin em ê çalakiya xwe neqedînin."

Çalakiya ku îro 100 roj li pey xwe hişt, ji aliyê bi dehan komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate meşandin û hîn jî dewam dike. Her kom du rojan û şevekê nobedê digire. Nobedarên roja sedemîn koma ji Amûdê ye. Koma Amûdê diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku vê çalakiyê dimeşîne.