1. salvegera rizgarkirina Tebqayê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Yekemîn salvegera rizgarkirina Tebqayê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Koçberên li bajêr jî tevlî şahiyê bûn û bi kêf û xweşî rizgariya Tebqayê pîroz kirin.

Bajarê Tebqayê yê li Bakurê Sûriyeyê, beriya niha bi salekê ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin. Gelê wê piştî rizgarkirinê vegerî bajarê xwe. Bi vegera şêniyên bajêr re koçberan jî xwe li vî bajarî girtin. Niha bi hezaran koçber li Tebqayê dijîn. Koçber piranî ji herêmên Hema, Hûms, Îdlib û Helebê ne.

Mihemed Alxalid ku tevlî şahiya rizgarkirina Tebqayê bû, ji bajarê Hemayê ye. Nêzî saleke hatiye Tebqayê. Dema me jê pirsî bê 'Çima ji cihekî dûr û dirêj hatiye?' yekser got: "Ji bo zarokên xwe hatim vir." Hinekî rawestiya û axaftina xwe dewam kir: "Ne bes ji bo paşeroja zarokên xwe, lê gelek sedem hene. Li welatê me kar nîne, aramî û ewlekarî jî nîne. Ji xeyînî şer tiştek nemaye. Lewma me bihîst ku ev der ji her deverê ewletir e. Min jî rahişt sê zarokên xwe û berê xwe de vir."

Li stadyûma şahiyê ji xeyînî Mihemd gelek koçberê din jî hebûn. Hinekan digot "Koçberî zor e, bes li herêma me aramî çêbibe em ê yekser veger in. Tevî ku li Tebqayê metirsî li ser jiyana me nîne, lê dîsa jî xwe koçber dibîne."

Bajarê Tebqayê bi 55 kîlometreyan li rojavayê Reqayê ye. Li kêleka çem û gola Firatê ye. Li ber bendava Firatê hatiye avakirin. Cihekî stratejîk e ku bendava xwe elektrîkê dide hemû deverên Sûriyeyê. Tevî ku çeteyên DAÎŞ'ê xera kiribûn jî niha piştî sererastkirina wê elektrîkê dide gelek deverên herêmê û Bakurê Sûriyeyê.