Konferansa 'Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê' destpê kir

Bi dirûşmeya ‘Binpêkirina zagona navneteweyî a derbarê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de’ 1’emîn Konferansa 'Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê' li Reqayê destpê kir.

Konferans di salvegera 75′an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan de pêk tê. Dirûşma îsal a salvegera danezaya mafên mirovan 'Rûmet, azadî û edalet ji her kesî re' ye, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin.

Di konferansê de siyasetmedarên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ji Humis, Hema û Laziqiyê, endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekitiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in.

Her wiha çalakgerên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdulah Ocalan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Reqa û Tebqayê, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî beşdar in.

Tê payîn ku hiqûqnas û siyasetên ji Misir û Yewnanistanê û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Konferans wê ji du rûniştinan de pêk were. Di her rûniştinekê de wê du mijar werin nîqaşkirin. Di rûniştina yekemîn de wê ′Rûpelên li ser Rêbertiyê′ û ′Komploya navneteweyî û darizandina şeklî' bê nirxandin. Di rûniştina duyemîn de wê ′Pergala li Îmraliyê" ji aliyê parêzer Xedîce Bidêwî ve were nirxandin. û mijara ′Rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan′ ji aliyê parêzer Mistefa  Ebdulkerîm ve were nirxandin. Her wiha parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Canet Canîş wê bi rêya zoomê ′pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirinên li wir′ şîrove dike.

Konferans wê bi encamnameyê bi dawî bibe.