ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Ji bo demokrasî û aştiyê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan şert e’
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku hikûmet bi darê zorê bêçareseriyê ferz dike û got: "Ji bo demokrasî were vî welatî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan şert e." -
Li Hênê teqîn: Omer Koç jiyana xwe ji dest da
Omer Koç ê 18 salî ji ber teqîna cîsmekî li mezraya Kokê ya girêdayî navçeya Hênê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA 4’Ê GULANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
Li Mêrsînê Yoldaş Aba û Sedat Aba yên ku 5 rojin di bin çavan de bûn, bi hinceta "endamê rêxistina terorê ne" hatin girtin. -
Roja Azadiya Çapemeniyê: Rojnamegerî ne suç e, darizandina wan sucê mezin e!
DFG, MKG û DÎSK Basîn Îş têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da û got: “Rojnamegerî ne suç e. Di esasê xwe de darizandina wan sucê mezin e! Heta çapamenî azad nebe ne pêkane ku qala civakeke azad jî bê kirin.” -
Li Bûrsayê 2 kes hatin girtin
Ji 14 kesên duh li Bûrsayê hatibûn binçavkirin 12 kes hatin berdan, Nesîbe Akan û Mahmût Yildirim jî hatin girtin. -
Banga piştgirîdayîna berxwedana Emîne Şenyaşar kirin
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek di roja 92’an a Nobeta Edaletê de çû serdana Emîne Şenyaşar ê banga tevlîbûna berxwedana malbata Şenyaşar kir. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê jî gotin, "Divê qîrîna dayikê ya edaletê bê bersivandin." -
Civîna DEM Partî-CHP’ê: Bal kişandin ser 'têkoşîna hevpar' û peyamên li dijî qeyûman dan
Di hevdîtina hevserokên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê de bal kişandin ser 'têkoşîna hevpar' û peyamên li dijî qeyûman derketin pêş. -
Ferah Solmaz ji bo Hevşaredarê Êlihê hat hilbijartin
Koordînasyona Saziyên Êlihê bi daxuyaniya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat dayîn, ragihand ku Ferah Solman wekî Hevşaredarê Êlihê hatiye hilbijartin. -
Hejmara 252’yan a kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara Stêrka Ciwan ku her meh naverokên nû dihilberîne, vê mehê bi şîara ‘Şehîd Talîmata Me Ye’ derket. -
Li Dersimê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî 40 şitil hatin danîn
Bi boneya salvegera komkujiya Dersimê ya ku 4’ê Gulana 1937’an hate destpêkirin, bernameya bîranînê hate lidarxistin û 40 şitil hatin danîn. -
Nobetên ÎHD’ê li gelek bajaran dewam kir
Nobeta Aştiyê ya ku her mehê di hefteya destpêkê de tê lidarxistin, didome. -
Saziyên çapemeniyê yên navneteweyî bang kirin: Rojnamevanên Kurd hedef negirin
27 saziyên çapemeniyê yên navneteweyî li dijî zext û girtinên li hemberî rojnamevanên Kurd daxuyanî da û got: “Tirkiye divê qanûnên PMME’yê bi cih bîne û dest ji hedef girtina medyaya Kurdî berde.” -
Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2024'an: Rewşa li Tirkiyeyê 'pir tirsnak’ e
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya sala 2024'an a ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve hat weşandin de, Tirkiye li gorî sala bihurî 7 rêz bi pêş ve çûbe jî, rewşa wê di nava welatên "pir tirsnak" de ye. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin. -
DEM Partî: Komkujiya Dersimê bi polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dike
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê diyar kir ku Komkujiya Dersimê bi polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dike û got, "Em xwedî li berxwedana dîrokî ya gelê Dersimê derdikevin ku li dijî komkujiyan kir." -
Li Geverê operasyona leşkerî di roja 7'an de ye
Li zozanên gundê Tiloran ê navçeya Gever a Colemêrgê, operasyona ku artêşa Tirk da destpêkirin di roja 7'an de ye. -
Derhêner Koray Kesîk hate binçavkirin
Polîsên Tirk li Mêrdîn û Îzmîrê avêtin ser gelek malan. Li Îzmîrê di serdegirtinê de derhênerê hunerê yê dokûmantera Bakur Koray Kesîk hate binçavkirin. -
'Di hilbijartinan de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zemîneke rêxistiniyê afirandin'
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku di encama hilbijartinên xwecihî de bingeha jinûve birêxistinbûnê hatiye afirandin û got, di dema pêş de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. -
ROJEVA 3'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
Emîne Şenyaşar ku bi rojan e li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe pêk tîne, runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê lê hat qedexekirin. Şenyaşarê got: “Hemû dinyayê dengê me bihist, lê Tirkiyeyê dengê me nebihist.” -
Li Bûrsayê zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin
Li Bûrsayê di serdegirtinên malan de zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin. -
Dozger derbarê Leyla Zana de ceza xwest
Di doza derbarê Leyla Zanayê hatiye vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hate xwestin. -
Li dijî biryara derbarê endamên ÇHD’ê yên girtî de nerazîbûn
Platforma Azadî ji Parastinê re, têkildarî erêkirina cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk nerazîbûn nîşan dan. -
DEM Partî ji Serokê Meclîsê re got: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana DEM Partiyê kir. DEM Partiyê ji bo destûra bingehîn a demokratîk peyama pêdivî bi paqijkirina rê heye da.