HEVPEYVÎN

‘Ji bo demokrasî û aştiyê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan şert e’

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku hikûmet bi darê zorê bêçareseriyê ferz dike û got: "Ji bo demokrasî were vî welatî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan şert e."

ABBAS ŞAHÎN

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in berdewam dike. Di dema ku hikûmet polîtîkayên xwe yên tecrîdê girantir dike, hem girtiyên siyasî yên li girtîgehê û hem jî gel israra xwe ya şikandina tecrîdê bi her awayî didomînin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn tecrîd û bandorên wê ji ANF’ê re nirxand. Şahîn diyar kir ku gelê Kurd 50 sal in ji bo çareserkirina pirsgirêkan têdikoşe û wiha got: “Bingeha sazûmankirina mantiqeke netew-dewletê ya sed salî paşguhkirina hemû yên din û ji holê rakirina kêmnetewan bû. Di serî de li ser gelê Ermen û piştre jî li ser Kurdan dest bi pêkanîna vê yekê kir. Li hemberî Kurdan polîtîkaya îmha û înkarê tê meşandin. Dema em li gelên Anatolya û Mezopotamyayê dinêrin, hebûna nasname û mezhebên cuda yên etnîkî weke dewlemendiyek tê dîtin, lê di mantiqa netew-dewletê de ev yek weke xetere tê dîtin. Dema em li têkoşînên ku 50 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nava siyaseta demokratîk de tên meşandin dinêrin, diyar dibe ku netew-dewlet ji bo ku ev pirsgirêk çareser nebe bi awayekî komî tevdigere. Weke pergaleke ku bi tevahî li ser xitimandinê di her warî de, bi daraz, perwerde û leşkerî, her cûre êrîşê li ser Kurdan tê ceribandin.”

‘TECRÎDÊ LI SER HEMÛ GELAN DIMEŞÎNIN’

Şahîn anî ziman ku perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, li hemû cîhanê deng veda û wiha pêde çû: “Aqlê netew-dewletê yê sed salî ku hewl dide pêşî li vê bigire, hewl dide bi kûrkirina tecrîdê re têkiliyê qut bike. Dixwazin çareseriyê asteng bikin. Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan, li ser hemû gelan destpê kir. Ji ber ku hemû gel piştî rakirina tecrîdê wê xwe di nava siyaseta demokratîk de bibînin, hişmendiya netew-dewletê dixwaze pêşî li vê bigire. Naxwaze gel bigihîje siyaseta demokratîk û aştiyê. Ev feraset bi her rê û rêbazê hewl dide refleksa jiyana bi hev re ji holê rake. Her ku welat dikeve krîz, xitimandin an jî hawîrdora kaosê, dema li deriyê êşkenceya Îmraliyê dixin atmosfera aştî û çareseriyê ya li welat dibînin. Aqlê dewletê ku dema di tengasiyê de diçe Îmraliyê, dema mijar dibe azadî û aştiya gelan wê gavê tecrîdê kûrtir dike.”

‘POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ DEMA XWE TIJÎ KIRIN’

Şahîn da zanîn ku li her derê bi taybet li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakî tên lidarxistin û wiha domand: “Em bûn şahidê grevên birçîbûnê, Nobetên Edaletê, Meşa Azadiyê ya di meha Sibatê de destpê kir û çalakiyên piştî wê bandorek girîng li ser civakî kir. Di dema ku ev çalakî berdewam dikirin, pêvajoya hilbijartinê destpê kir û di vê pêvajoyê de me li her qadê nerazîbûna gel li hemberî tecrîdê dît. Civak êdî siyaseta demokratîk û aştiyê dixwaze. Di vê pêvajoya hilbijartinê de guhertinên siyasî çêbûn û bingeha vê jî paradîgmaya rêya sêyemîn e. Mîmarê paradîgmaya rêya sêyemîn Birêz Abdullah Ocalan e. Ji dema ku ev rêya 3’yemîn dest bi tehdîtkirina pergala mêtingeriyê ya sed salî kir, xwestin vê paradîgmayê ji holê rakin. Dîsa tecrîdê ji Îmraliyê destpê kir û li ser tevahiya civakê kûrtir kirin. Lê belê ev polîtîkayên hikûmetê êdî dema xwe tijî kirine."

Şahîn wiha got: “Gelê Tirkiye û Kurdistanê bersiv da desthilatdariya ku ev 22 sal in hemû derfetên dewletê bi kar tîne û bi taybetî jî 5 sal in bi MHP’a faşîst re hovîtî li ser gel meşandin. Di peyamê de gotin: 'Eger ev tecrîd kûrtir bibe, yên ku ev tecrîd afirandin û parastin wê di nava sergoya dîrokê de cihê xwe bigirin’. Ez hêvî dikim ku ev peyam rast were fêmkirin. Li tu welatekî din ê cîhanê nîne ku çapemenî ewqasî hedef bê girtin. Hikûmet bi hedefgirtina çapemeniya azad dixwaze hem bûyerên li Îmraliyê û hem jî bandorên tecrîdê yên li ser civakê ji cîhanê veşêre. Bi vî awayî çapemeniyê tecrîd dike. Tecrîd zerarê dide mafên civakê yên jiyana demokratîk, mafê ziman-çand-huner, mafê tenduristiyê, jiyana aştiyane û qada jiyana azad.”

‘JI BO DEMOKRASIYÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN ŞERT E’

Şahîn diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê li girtîgehê û li derve jî têkoşîn didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji roja ku tecrîd tê şikandin û vir ve, guhertin û veguhertineke mezin li benda siyaseta Tirkiye û Kurdistanê ye. Me di hilbijartina dawî de ev yek bi zelalî dît ku êdî bingeha kevneperest, faşîst û nijadperestî di nava civakê de nayê qebûlkirin. Me dît ku ev nijadperestî ji bo veşartina gendelî û bêhiqûqiyê tê bikaranîn. Gel ev yek pir zelal dît. Tevî ku hêzên xwe yên dadwerî, leşkerî û polîsan bikar anî jî, têkçûna xwe di hilbijartinan de dît. Em baş dizanin ku mîmarê aştiyê birêz Ocalan e û bi peyama ku bide wê hemû hevsengiyan bihejîne. Ji bo demokrasî were vî welatî, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan şert e.”