Li Kolnê platforma ‘NA’ hate avakirin

Şoreşger, rewşenbîr, saziyên ciwanan û jinên welatparêz ên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji referandûmê re dibêjin Na, Platfroma Na ya Kolnê ava kirin.

Di platfromê de Navend Civak Demokratîk a Kurd a Koln, AGÎF, ADHK, DÎDÎF, ADHK, ATÎF, Navend Çanda Elewî ya Kurd, Meclîsa Jinan a Viyan a Koln, HDK, Cîhana Tê Jiyîn, Platfroma Na ya Leverkûsen, FEDA û li gel Însyatîfa Mereş kesên tên nasî jî cih girtin.

Di platfomê de hat diyarkirin ji bo Platforma NA wê mal bi mal bigerin, civînê gel, bi vekirina stantan, wê belavokan bixin hindirê qotiyên postayan, civînan li dar bixin, bi bernameyên li ser torên civakî amadekirin, meşên girseyî lidarxistin, belavkirina belavokan, lidar xistina panelan, beşdarî dawet û konên sersaxiyê bibin û bang li gel bikin ku rêxistina NA’yê xurt bikin.

Di civînê de koordînasyonek ji 11 pêk tê hate avakirin û starta xebatê dan. Di pêvajoya referandûnê de aliyên teknîkî jî bên gotûbjkirin.