Zextên li ser çapemeniya azad hat protestokirin
Li Antalyayê zextên li dijî çapemeniya azad û girtinên saziyan bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin.
Li Antalyayê zextên li dijî çapemeniya azad û girtinên saziyan bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin.
Bi sedan kes li ser banga Şaxa Komaleya Rojnamegerên Nûjên a Akdenîzê li Qada Cûmhûriyetê kom bûn û girtina saziyên çapemeniya azad ên mîna Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), Rojnameya Azadiya Welat protesto kirin. Di çalakiyê de ku pankarta “Rojnamegertî ne sûc e” hat vekirin, dowîzên “Çapemeniya azad nikarê bê bêdengkirin”, “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin”, “Çapemeniya Azad Ne Bi Tenê Ye” hatin rakirin. Di çalakiyê de ku dirûşmeyên “”Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” hatin berzkirin, gelek kes amade bûn.
Daxuyanî ji hêla Serokê Şaxa Komaleya Rojnamegerên Nûjen a Akdenîzê Mûstafa Sozen hat xwendin. Sozen êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar kir û got; “Em ê van êrîşên li dijî çapemeniya azad qebûl nekin, heta dawiyê li dijî zextan têbikoşin.”