Zenderlîoglû: Serketina Ayten Kaplan ji bo Kurdan mewziyeke

Zenderlîoglû: Serketina Ayten Kaplan ji bo Kurdan mewziyeke

Tûra Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû ya ji bo piştgirîdayîna siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan, bi civînên li Koln û Wuppertalê bi dawî bû. Zenderlîoglû destnîşan kir ku serketina Ayten Kaplan di hilbijartinan de, ji bo Kurdan mewziyeke nû ye.

Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû yê ji bo piştgirîdayîna namzeta Partiya Çep a Eyaleta Nordrhein Westfalia (NRW) ya hilbijartinên 22'ê Îlonê yên federal hat Elmanyayê, bi civînên duh ên li Koln û Wuppertalê dawî li xebata xwe ya sê rojan a hilbijartinê anî. Zenderlîoglû di civînên li gel Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç û namzet Ayten Koç de, bal kişand ser rêxistinbûyîna Kurdan li Rojhilata Navîn û Ewropayê û destnîşan kir ku divê ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê her kes bixebite.

'TÊKOŞÎNA KURDAN A LI VÊ DERÊ FEYDEYEKE GELEKÎ MEZIN DIDE ME'

Civîna li Kolnê li Mala Kurdan, ya li Wuppertalê jî li Komeleya Kurd pêk hat. Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû di civînên li van deran de axivî û bibîr xist ku nêzî milyonek Kurd li Elmanyayê dijîn û got, "Ev yek hejmareke mezin e. Eger ev potansiyel veguhere hêz an rêxistinbûyînekê, dê karên mezin karibin bên kirin. Dikare feydeyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê kirin. Di serî de karên dîplomasiyê, dikare di gelek qadan de desketî werin bidestxistin."

Zenderlîoglû da xuyakirin ku Kurdên li dîasporayê bi xebatên bimeşînin re dikarin feydeyek mezin li têkoşîna li Kurdistanê bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "We dest ji şûnwarên xwe berdan û hatin. Hûn li nava çandeke cuda û welatekî biyanî de ne. Çand û zimanên vê derê hîn dibin. Ev tiştekî gelekî xweş e. Lê belê divê hûn çand û zimanê xwe bi pêş bixin. Rêya vê jî rêxistinbûyîn û organîze ye. Divê hûn dîplomasiya xwe xurt bikin. Ji ber ku gelê me li welêt di bin zext û dijwariyê de dijî. Divê hûn jî li vê derê tiştekî bikin. Em ji we tiştên gelekî mezin naxwazin. Bi tenê dixwazin, guh bidin dengê tê. Ti carî têkiliya xwe ya bi ax û welatê xwe re nebirin. Salê carekê be jî werin û vegerin."

Parlamenterê Kurd Zenderlîoglû bal kişand ser hilbijartinên parlamenta federal a Elmanyayê ya 22'ê Îlonê û got, "Divê Kurd li her qada jiyanê cih bigirin. Parlament jî yek ji nuqteya herî girîng a vê ye. Ji ber vê yekê, di hilbijartinên 22'ê Îlonê de serketina Ayten Kaplan destketiyeke, ji bo Kurdan. Di serî de dîplomasî, dê di gelek mijaran de kar bike. Ev destketî dê ji bo têkoşînê bibe mewziyek. Wê pirsgirêkên me li parlamentên li Ewropayê bîne ziman. Ji ber vê yekê, divê her bi dengdayînê sînorkirî nemîne, ji bo serketina wê bixebite."

Zenderlîoglû di axaftina xwe de bûyerên li Rojava û Bakurê Kurdistanê diqewimin jî nirxand û destnîşan kir ku ba ji bo Kurdan tê û got, "Serketin û azadî nêz e. Ev yek ji bo me Kurdan firsendeke mezin e. Divê her kes piştgiriyê bide vê."

'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE KAPLAN'

Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç jî da xuyakirin ku Kurd li Elmanyayê xwedî hêzeke cidî ye û got, "Lê mixabin me heta niha hêza xwe veneguherandin rêxistinbûyînê. Me nekarî bandora xwe li siyaseta Elman bikin. Ev kêmasiyeke me bû. Dibe ku tiştên em îro bilêv dikin diviyabû me beriya 15 salan bikira. Lê me nekarî bike. Ji bo em vê kêmasiya xwe çareser bikin, divê em têbikoşin. Ji ber vê yekê, pêwîste ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê hemû rêveberên komeleyên me mal bi mal bigerin û dengan kom bikin. Her wiha divê dostên Kurdan jî di vî warî de hişyar û berpirsyar bin."

Ji aliyê din ve, di civîna li Mala Kurdan a li Kolnê de, parlamentera berê ya Partiya Çep a NRW'ê Hamîde Akbayir û nûnerên rêxistinên çep dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Kaplan. Di civîna li Komeleya Kurd a Wuppertalê de Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Ayten Aslaner û Nûnerê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Nîzamettîn Togûç jî soz dan ku ewê ji bo serketina Kaplan bixebitin.