Têkildarî karesata madenê ya li Erzînganê 6 kes hatin girtin

Di lêpirsîna têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê 8 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 6 kes hatin girtin.

Di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çoplerê ya ji hêla Madenvaniya Anagoldê ve li navçeya   Licik a Erzînganê tê xebitandin heza çêbû. Têkildarî karesatê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 8 kes hatibûn binçavkirin. Ev kes piştî îfadeyên li cem cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Kesên bi navên J.R.G, A.C, H.U, M.B, Ş.D, S.D, M.T û A.R.K. piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. 
 
Walîtiya Erzînganê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku yek ji rêveberên şîrketa kanadayî yê bi navê J.R.G ku madena zêr dida xebitandin bi giştî 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Li hêla din xebatên ji bo dîtina karkerên bi navên Şaban Yilmaz, Abdurrahman Şahîn, Huseyîn Kara, Mehmet Kazar, Fahrettîn Keklîk, Adnan Keklîk, Ugur Yildiz, Kenan Oz û Ramazan Çîmen jî didomin. Ev 5 roj in hêj jî karkerên di bin axê de nehatine dîtin.