41 sal e serweriya axa Iraqê tê binpêkirin

Tirkiye ji sala 1984'an ve roj bi roj dagirkeriya xwe li ser axa Iraqê zêde dike. Niha bi kûrahiya 40 kîlometreyan di nava axa Iraqê de ye. Ev rewş bi awayekî berfireh serweriya Iraqê binpê dike.

Iraqê ji ber bikaranîna qada ezmanî ya wê ji aliyê Îsraîlê ve, dest bi civîn û kombûnan kir, heya ku Parlamentoya Iraqê jî xiste dewrê. Di vê çarçoveyê de, Iraqê welatên Erebî li Tirkiyeyê kom kirin, lê ev yek pirsê tîne bîra mirov gelo dewleta Tirk bi xwe cihê çareseriyê ye, dema ku wê bi xwe jî axa Iraqê dagir kiriye?

Ji sala 2017'an û vir ve, Şengal bi sedan car hatiye bombebaran kirin û bi dehan pêşengên Civaka Êzidî şehîd ketine, lê dewleta Iraqê dengê xwe nekiriye. Ev yek nîşan dide ku bêdengiyeke mezin heye li hember êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Kurdan, bi taybetî li Şengalê ku xwedî girîngiyeke mezin e ji bo civaka Êzidî û her wisa jî di warê starjîk de jî taybetmendiyek xwe ya cuda heye.

Baregeha Zêlîkan a Başîqayê ku leşkerên Tirk tê de ne û bi qasî 10 kîlometreyan dûrî navenda parêzgeha Mûsilê ye, ji bo vê jî Iraq dengê xwe nake. Ev baregeh bi awayekî neqanûnî di nava axa Iraqê de ye û hebûna wê rasterast binpêkirina serweriya Iraqê ye. Li gel ku gelek aliyê Iraqê xwest ku ev bargeh were valakirin û radestkirin, lê dewleta Tirk guh neda.

Bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê ji ber dagirkeriya Tirkiyê hatine vala kirin û şewitandin. Ev yek zirarên mezin gihandiye welatiyan û hawirdorê, lê dîsa jî bersivek cidî ji aliyê hikûmeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê ve tune ye.

Rewşa heyî ya di navbera dewleta Tirk û hêzên Kurd de, bi taybetî li ser mijara aştî û civaka demokratîk heta niha di pratîkê de yek alî xuya dike. Tevî ku gerîla agirbest ragihandiye û gavên erênî avêtine ji bo çareseriyek siyasî a mayînde, dewleta Tirk heya niha tu bersivek erênî nedaye van hewldanan. Berevajî, dewleta Tirk êrîşên xwe bi dijwarî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, ku ev yek rewşê aloztir dike û pêngavê dereng dixe.

Gerîla bi ragihandina agirbestê û nîşandana îradeya ji bo diyalogê, nêtek ji bo çareseriyê nîşan da. Lê belê, dewleta Tirk vê bangê bêbersiv dihêle û li şûna ku li rêyên diyalogê bigere, operasyonên xwe yên leşkerî zêde dike.

Tevî agirbesta gerîla jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî dijwar didomin. Ev êrîş ne tenê di bin sedema windahiyên canî û zererên madî, lê di heman demê de atmosfera bawerî û diyalogê jî têk didin.

Civaka demokratîk û aştiya mayînde tenê bi diyalog û danûstandinên her du aliyan mimkun e. Dema ku yek alî hewldanên aştiyê dike û aliyê din bi êrîşan bersiv dide, ev yek hemû derfetên ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştiyek bi rûmet asteng dike. Ev helwesta dewleta Tirk, hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk vala derdixe.

Tirkiye û Iraqê di dema serokê rejîma Beesê Sadam Hisên de sala 1984'an bi rêya Wezîrê Karên Derve yê wê demê Tarîq Ezîz, peymanek bi serokwezîrê Tirkiyeyê re îmze kirin ku destûr dida hêzên Tirk bi qasî 5 kîlometre bikevin nav axa Iraqê. Lê ev peyman tenê ji bo salekê bû, ango di sala 1985'an de dema wê bi dawî dibû. Ti peymanên din di navbera her du aliyan de tune ne ku destûr bidin Tirkiyeyê kûrtir bikeve nav axa Iraqê. Tevî vê yekê, dagirkeriya Tirkiyê ji 5 kîlometreyan derbas bûye û niha bûye 50 kîlometre.

Bêdengiya Iraqê li hember dagirkeriya Tirkiyê gelek pirsan çêdike. Dema ku Îsraîlê qada ezmanî ya Iraqê bi kar tîne, Iraq bi lez û bez tevdigere û civînan li dar dixe, lê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê û binpêkirinên wê yên cidî ku 41 salan li peyî xwe dihêle bêdeng dimîne. Ev dibe ku ji ber gelek sedeman be û ji wan jî peymanên ku di vê dema dawî de di nava herdu aliyan de hatine îmze kirin. Li hember van peyman û ku ji gelek xalan pêk dihatin Iraqê tenê ji Tirkiyeya xwest ku para wê ya avê were berdan, lê heya niha Tirkiyeyê tu gav ku di warê navneteweyî de para wê ye bernedaye, kêmkirina avê hişt ku bi sedan gundên Başurê Iraqê werin valakirin û ji cihên xwe koç bikin.

Wisa xuya dike rewşa niha ya Iraqê nîşan dide ku serweriya wê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî berfireh tê binpêkirin, lê hikûmeta Iraqê ji ber sedemên cûrbecûr li hember vê rewşê bêdeng dimîne. Ev bêdengî ne tenê zirarê dide serweriya axa Iraqê, lê di heman demê de bandorek neyînî li ser ewlehiya herêmê û gelê wê dike.