Zenderlîoglû: Divê Kurd li Parlamenta Federal bên temsîlkirin
Zenderlîoglû: Divê Kurd li Parlamenta Federal bên temsîlkirin
Zenderlîoglû: Divê Kurd li Parlamenta Federal bên temsîlkirin
Civînên Parlamenterê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglû yên ji bo piştgirîdayîna siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan dewamd ikin. Di civînên li Dortmûnd û Hagenê de Zenderlîoglû diyar kir ku ji bo Kurd di siyaseta Elmanyayê de bên temsîlkirin, Ayten Kaplan were hilbijartin.
Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, ji bo piştgiriyê bide namzeta Partiya Çep (Die Linke) ya Eyaleta Nordhrein Westfalia (NRW) Ayten Kaplan a ji bo Hilbijartinên Federal ên 22'ê Îlonê yên Elmanyayê, civînên xwe dewam dike.
Civînên bi organîzeya YEK-KOM'ê pêk tên, li dû Emmerîchê duh li bajarên Dortmûnd û Hagenê dewam kirin. Husamettîn Zenderlîoglû di civînan de destnîşan kir ku divê Ayten Kaplan li Parlamenta Federal a Elmanyayê Kurdan temsîl bike.
Di civînên li Komeleya Çandê ya Ehmedî Xanî ya li Dortmûndê û Komeleya Çanda Kurd a li Hagenê de, li gel Zenderlîoglû û Kaplan, nûnerên YEK-KOM û CENÎ jî amade bûn.
Zenderlîoglû bal kişand ser rewşa Kurdên li dîasporayê tê de ye û got, "Divê her Kurdên li vir dijîn, xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Vana nirxên em jê venagerin in. Ji bo vê yekê jî divê em saziyên mîna komeleyan birêxistin bikin. Bi rêxistinbûyîna xwe bi vî rengî dikarin dewam bikin."
Zenderlîoglû ragihand ku divê Kurd li Parlamenta Federal a Elmanyayê bên temsîlkirin û ji Kurdên li Elmanyayê dijîn xwest ku ji bo serketina Ayten Kaplan, dengê xwe bidin Partiya Çep (Die Linke).
Parlamenter Ayten Kaplan jî xwest, her kes dengê xwe bidin Partiya Çep. Nûnerên saziyên Kurdan jî bang li her kesî kirin ku di 22'ê Îlonê de biçin ser sindoqan.