Zarokên Rojava ji bo perwerdeya bi kurdî amadene

Zarokên Rojava ji bo perwerdeya bi kurdî amadene

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê temam bûn. Di çarçoveya amadekariyan de 3 hezar mamoste hatin gihandin û pirtûk hatin amadekirin. Wê îsal li pola yekemîn a dibistanên seretayî hemû ders bi kurdî, li dibistanên din jî wê dersên zimanê kurdî bêne dayîn.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyan amadekariyên perwedeya sala nû temam kirin. Di çarçoveya amadekariyan de herî dawiyê SZK û Yekîtiya Mamosteyan di 7'ê îlonê de li Qamişlo civînek lidar xist û li ser amadekariyan û hevkariyê rawestiyan. Her wiha biryar hatibû girtin ku navên dibistanan bi kurdî bêne nivîsandin.

Endama Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Nesrîn Doko der barê amadekarî û plansaziya sala nû de, agahî dan ANHA'yê û diyar kir ku ji bo sala nû ya perwerdeyê hemû amadekariyên xwe temam kirine.

Nesrîn Doko, anî ziman ku wan wekî SZK'ê li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdeyê de gelek civîn çêkirine û kêmasiyên xwe temam kirine.

Doko, destnîşan kir ku wan li tevahiya Rojava 3 hezar mamoste perwerde kirine û wê li hemû dibistanên fermî dersên kurdî bêne dayîn. Doko got ku li Koban û Efrînê jî derfetên perwerdeya zimanê kurdî gelekî baş in û tu astengî nîn in.

 DERSÊN POLA YEKEMÎN HEMÛ DÊ BI KURDÎ BIN

Nesrîn Doko, derbarê bernameya xwe ya sala nû de jî agahî dan û wiha dom kir: "Emê li hemû dibistanên fermî dersên zimanê kurdî bidin. Dersên ziman hem li dibistanên seretayî hem jî yên navîn û amadeyî (lîseyê) wê bêne dayîn. Di pola yekemîn a dibistanên seretayî de wê hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn. Di polên din ên dibistanê seretayî de jî wê hefteyê 3 saetan dersên zimanê kurdî bêne dayîn. Di dibistanên navîn û amadeyî de jî wê dersên zimanê kurdî bêne dayîn."

Doko, got ku li bajarên ereban wê dersên kurdî tenê li dibistanên taxên ku kurd lê dijîn bêne dayîn.  Li Helebê ji ber rewşa şer li dibistanan perwerde nayê dayîn.

Doko, diyar kir ku ew di warê çapkirina pirtûkên zimanê kurdî de zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Li herêmê matbaayên ku pirtûkan çap dikin nîn in. Her wiha ambargo li ser herêmê heye û em nikarin biçin cihekî din, gelek zehmetî tên kişandin."

Nesrîn Doko, da zanîn ger ku li dibistanên fermî astengî bêne derxistin û rayedar nehêlin ku mamosteyên fermî dersên kurdî bidin, wê wekî sala borî bi derfetên xwe li hemû dibistanan dersan bidin.