Zarokên Qendîlê bo Rojava kampanya dan destpê kirin

Zarokên Qendîlê bo Rojava kampanya dan destpê kirin

Zarokên Qendîlê xebatek watedar dan destpêkirin. Komek zarokên ku li Qendîlê dijîn, ji bo piştgiriya Rojava, kampanyayek alîkariya mirovahî destpê kirin.

Zarokên li Qendîlê  jiyan dikin, ji bo alîkariyê kom bikin li ser riya Ranya û Diyana sindoqên  alîkariyê di destên xwe de digerinin û dê penç rojan li cihên cuda alîkarî kom bikin. Ev hewldanên zarokan ji aliyên hemwelatiyên Başûr ve rastî eleqeyekî mezin tê.

11 zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 15’an de ye bi rengekî dorveger serê sibehê seat ji 08.00’an heya êvarê seat 18.00’an komkirina alîkariyê  berdevam dikin.  Zarokên ku  ji bo Rojavayê Kurdistanê  alîkariyê kom dikin, li qadên Herêma Parastinên Medyayê  li cihên cuda sindoqên  alîkariyê di destên xwe de digerînin.

Ciwanên ku ji bo berxwedana li Rojava kampanya alîkariyê li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin dibêjin, em pir keyfxweşin ku hemwelatî eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Ji zarokên ku kampanyayê dimeşînin Vîyan Argeş û Derya Gûltekîn daxwaz kirin ku,  ji her çar beşên Kurdistanê ciwanên Kurd ji bo piştgiriya bi Rojavare bikevin nava seferberiyê.

Zarokê ku temenê van di navbera 12 û 15 de ne 5 hezar û 200 îmzeyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom kiribûn rojên derbasbûyî de radestî Komîteya azadiya Ocalan kiribûn.

Hêjayî gotinêye ku ligel hemû hewildan û bangawaziyên gelê Kurd hîn jî deriyê Sêmalka ji aliyên Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ve girtiye. Bi rengekî fîlî ji aliyê hikûmet û Serokê Herêmê ve li ser gelê Rojavayê Kurdistanê amborgo tê meşandin. Levra ev hewildanên zarokên Qandîlê wê  ji bo hikûmet û Serokê Herêmê wê bibe ensal yan ne, hîn mijareke gomanêye.?