Zarokê polîsan birîndar kir hêj birîna wî giran e

Zarokê polîsan birîndar kir hêj birîna wî giran e

Zarokê 11 salî N.D. ku duh li Cizîrê dema di çalakiya şermezarkirina komkujiya Roboskiyê de bi bombeya polîsan birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê hêj birînawî giran e.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanan di saetên nîvro de li kolanên Îdîl û Nuseybînê bi mabesta salvegera komkujiya Roboskiyê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Piştî polîsan mudaxele li çalakiyê kir pevçûn derketin û di pevçûnan de zarokê bi navê N.D. ê ku 11 salî bi bombeya gazê ya li serî wî ket bi giranî birîndarbû.

N.D. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzîrê. N.D. ji ber rîska xwîn ket ser mejiyê wî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. N.D. ku li Polîkilînîga Çavan tê dermankirin hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Doktoran diyar kirin ku rîska çavê xwe winda bike heye.